‘Qetilkirina El-Hezaa hedefgirtina pêşengên tevgera civakî ya demorkatîk e’

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê der barê kuştina endamê rêveber ê Komîteya Şaredariyan a Dêrazorê Salih El-Hezaa daxuyaniyek da û got: “Bûyerên kuştinê di çarçoveya bûyerên tesfiyekirina pêşengên tevgera civakî ya demokratîk de, pêk tên.”

‘Qetilkirina El-Hezaa hedefgirtina pêşengên tevgera civakî ya demorkatîk e’
2 sibat, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din, kesên nenas hevserokê mecliseke herêmî li bajarê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê Salih Ebdulhisên El-Hezaa kuştin.

Têkildarî mijarê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê-Nivîsgeha Dêrazorê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di dauxyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo Salih El-Hezaa ji têkoşîna wî ya ji bo azadî û rûmetê dûr bixin û pêkanîna pêşketin û demokrasiye asteng bikin, her wiha ji bo ku astengkirina tecurbeya Rêveberiya Xweser a demokratîk ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike û nimûneya çareseriya li Sûriyê ye, duh yek ji çalakavanên Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê hevrê Salih El-Hezaa rastî hate hedefgirtin û ji ber birînên xwe yên giran yekser şehîd bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yên pêşketina bûyerên li herêmê di demên dawîn de dişopînin, dizanin ku ev bûyera kuştinê jî di çarçoveya çalakiyên tesfiyekirinê yên li dijî pêşengên tevgera civakî ya demokratîk li bajarê Dêrazorê de, pêk tê û wiha hate domand: "Yên ku barê têkoşîna li dijî her du rêbazên zordariyê li dijî herêma Dêrazorê û herêmên Rêveberiya Xweser hildan ser milê xwe. Hem zordariya sûcdariyê ya bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, hem jî zordariya siyasî ya El-Esed ku hîna pêşengên ku nirxên jiyana hevbeş, azadî, nûjenbûnê, pirrengiyê û qebûlkirina hemû pêkhateyên etnîkî, olî û sosyoloji diparêzin, dike hedef.”

Partiya Nûjen û Demorkatîk di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku dê projeya xwe heta pêkanîna azadiyê li Sûriyê têkoşîna xwe dewam bike.”

(cx)

ANHA