Meclisa Jinan a PYD`ê dê hemleya xwe bi diruşmeyeke din dewam dike

Meclisa Jinan a PYD`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan diruşmeya kampanyaya xwe ya di 2`ê Îlona par de destpê kiribûn, veguherandin “Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re.”

Meclisa Jinan a PYD`ê dê hemleya xwe bi diruşmeyeke din dewam dike
2 sibat, 2021   12:13
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 2`ê Îlona 2020`î de bi dirûşma “Kuştina jinan rawestînin” ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan hemleyek dabû destpêkirin.

Meclisê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dirûşma hemleya xwe guehrtiye û kirine “Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re.” Meclisê her wiha di daxuyaniyê de kuştina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kir.

Daxuyanî li navenda PYD`ê ya li Qamişlo bi amadebûna endamên Meclisa Jinan a PYD`ê hat dayîn. Endamên meclisê Sema Bekdaş bi zimanê kurdî û Sebah Osman bi zimanê erebî, daxuyanî xwendin.

Di dauxyaniyê de wiha hate gotin:

“Pêşketina şaristaniya ku civakên dewletparêz gihîştine li ser bingeha tepisandina hemû şoreşên demokratîk ku banga azadiyê dikin, pêk hat. Bi taybetî jî rejimên otorîter ku pêşengê wê dewleta Tirk a faşîst e, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girt û hemû rêbazên qirêj li dijî wan bi kar anîn.

Mînaka herî mezin a vê yekê qetilkirina her du jinan li navçeya Deşîşa, Seida Feysal El-Hermas û Hind El-Xidêr e. Di heman demê de bûyerên kuştin û tundiyê li ser jinan, di bin navên cuda de zêde bûn. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi dirûşma “Erê ji azadiyê re, erê ji aştiyê re û erê ji hevkariyê re” bûn pêşengên mezin ên şoreşa gelan.

Ji ber vê yekê, Meclisa Jinan a PYD`ê di 2`ê Îlona 2020`î de me bi dirûşma "Kuştina jinan rawestînin" hemleyek destpê kir. Ew hemle berfireh bû û 6 mehan dom kir.

Di meha Sibatê de ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat, tundiya li dijî jinan hîna berdewam dike.

Ji ber vê yekê, me dirûşma hemleya xwe veguherand "Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re". Di vê çarçoveyê de dê semîner û dersên ji bo jinan bên dayîn. Her wiha dê semînerên bi dîmen bi beşdarbûna jinên li gelek welatên cîhanê bên dayîn.

Hemle wê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lubnan, Ewropa û Başûr 3 mehan dewam bike.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o3PBiQukQ7U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>