'Em ji bo tevlîheviyên ku Şam derdixe bi dawî bikin, dixebitin'

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku ew parastina xwîna gelê Sûriyê dikin û ji bo kêmkirina tevlîheviya ku ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Hesekê û Qamişlo yên Bakur Rojhilatê Sûriyê niyata baş ragihand.

'Em ji bo tevlîheviyên ku Şam derdixe bi dawî bikin, dixebitin'
2 sibat, 2021   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir destnîşan kir ku jiyana xwezayî vegeriya û derfet dan hemû madeyan da ku derbasî herêmên di bin serweria hikûmetê de li Qamişlo û Hesekê, bibin.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Di demên dawîn de li bajarê Qamişlo û Hesekê tevlîhevî ji ber hêzên rejîma Sûriyê derket. Armanca wan ku aramiya li herêmên me ku ji ber hevgirtina di navbera pêkhateyan de ye, têk bibin.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn pabendî bi yekitiya xwîna gelê Sûriyê ne. Em ji bo bidawîkirina rewşa tevlîheviyê ku ji ber hêzên rejîma Sûriyê derket, dixebitin. Weke însiyatîfeke niyeta baş û ji bo parastsina xaka Sûriyê û parastina xwîna gelê Sûriyê, em tekez dikin ku jiyana xwezayî vegeriya û derfet hat dayîn ku hemû made derbasî herêmên hebûna hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo û Hesekê, bibin."

(bx)

ANHA