Li kampa Holê ciwanekî din hate qetilkirin

Hêzên Ewlekariyê li kampa Holê, cenazeyê koçberekî sûrî ku bi amûrek tûj hatiye kuştin li beşê 5'mîn a kampê dîtin.

Li kampa Holê ciwanekî din hate qetilkirin
2 sibat, 2021   12:06
HESEKÊ

Kampa Holê ji 9 beşan pêk tê; ji wan 8 beş ên penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê ne û yê din jî yê zarok û malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî in.

Li kampê ji destpêka sala nû de, ji bilî bûyerên birîndar kirinê, zêdeyî 11 bûyerên kuştinê pêk hatine. Piraniya wan li dijî penaberên iraqî bûn.

Hêzên ewlehiyê îro li kampê cenazeyê koçberekî sûrî ku bi amûreke tûj hatiye kuştin, dît.

Navê koçberê hatiye kuştin, Ehmed Îsa El-Elî ye (18) û li beşa 5'mîn a kampê dimîne.

Endamê Rêveberiyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a kampa Holê Dêrsim Hesen ji ANHA 'yê re berê anîbû ziman ku navbera çeteyên li hundir kampê bi yên li derve re hene û bi rêya karmendên di rêxistinên li kampê kar dikin çekên sivik derbasî kampê dibin.

(dm)

ANHA