Balafireke nenas li ser gundewarê başûrê Kobanê digere

Di van kêliyan de balafireke nenas, li asîmanê navçeya Sirrîn a başûrê Kobanê digere.

Balafireke nenas li ser gundewarê başûrê Kobanê digere
2 sibat, 2021   11:42
KOBANÊ

Nûçegihanên me ragihandin ku di van kêliyan de balafireke nenas li asîmanê navçeya Sirrîn û hin deverên gundewarê rojavayê kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, digerin.

Duh jî, balafireke nenas li ser rêya M4 di navbera pira Qerqozaq û xaçrêya navçeya Sirrînê ya başûrê Kobanê de, digeriya.

Tevgera balafira nenas piştî du saetan ji topbarana gundê Seyda û rêya M4 ya derdora navçeya Eyn Îsa ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, pêk tê.

(cx)

ANHA