​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk gundekî Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şênê yê herêma Pişder a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk gundekî Başûrê Kurdistanê bombebaran kir
2 sibat, 2021   10:12
NAVEND NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan gundê Şênê yê herêma Pişder bombebaran kir. Balafiran li ser hev 7 caran gund bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê ziyan giha malên welatiyan.

Ji seatên sibehê ve balafirên şer ên dewleta Tirk li ser hêrêma Balekayetî û Qendîlê difirin.