Misir hewl dide 9 dewletên Afîrkayê bi hev ve girê bide

Wezîrê veguhestinê yê Misirê ragihand ku welatê wî projeyekê bi pêş dixe da ku 9 dewletên Afrîkayê bi hev ve girê bide.

Misir hewl dide 9 dewletên Afîrkayê bi hev ve girê bide
2 sibat, 2021   09:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê veguhestinê yê Misirê Kamil El-Wezîr di civîna parlamentoya Misirê de piştrast kir ku Misir hewl dide 9 dewletên Afrîkayê û di nav de Sûdan, bi rêya bejahî ya mezin li Afîkayê ve girê bide. Her wiha diyar kir ku armanc ji projeyê vekirina rêyekê ji Selûm heta Benxazî ye, ku ew yek piştgiriyê dide pîşesaziyê li Misirê û veguhestin kelûpelan ji Lîbyayê re hêsan dike.

El-Wezîr her wiha piştrast kir ku Misir hewl dide benderên bejahî bi pêş bixe û ji bo wê plansaziyek têkildarî avakirina 13 benderan û navendeke lojîstîkê hatiye danîn.

Armanca avakirina van benderan, hêsankirina tevgera bazirganiya hundirîn û derve, piştgiriya aboriya Misirê û hêsankirina veguhestina kelûpel li benderên avî kom bûne ye.

(şx)