`Gotinên rêber Ocalan îro li Rojava pêk tên`

Welatiyê bi navê Mihemed Xatîb bal kişand ser nêrînên rêber Abdullah Ocalan û wiha got:"Gotinên ku rêber Ocalan hîn di sala 1995'an de di derbarê avakirina destkeftiyan li Rojava de ji me re anîne ziman îro pêk tên."

`Gotinên rêber Ocalan îro li Rojava pêk tên`
2 sibat, 2021   08:58
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Rojava bi rêber Abdullah Ocalan re dema ku li paytexta Sûriyê (Şam) bû, rûniştine.

Rêber Abdullah Ocalan gelek civîn ji gelên Rojava re li dar xistin da ku der barê doza Kurd û pêşketinên wê û girîngiya yekitiya Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê de wan hişyar bike.

Mihemed Xatîb ji gundê El-Xenamiyê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ye, di sala 1995'an de bi rêber Abdullah Ocalan re civiya têkildarî wê demê wiha axivî: " Em komek mezin bûn, derdora 150 welatiyan ji tevahiya dever û bajarên Rojava bûn".

Xatîb diyar kir ku civîn li akademiyekê li El-Şebe ya paytexta Şamê lidar ket. Her wiha anî ziman ku ew cara yek bû rêber Abdullah Ocalan dîtibû.

Li gorî gotinên Xatîb, ew 2 rojan bi rêber Abdullah Ocalan re maye û xuya kir ku rêber Abdullah Ocalan civînek ji wan re li dar xistiye û gotinên wî yên wê demê îro li Rojava pêk tê.

Xatîb wiha pê de çû: "Wê demê rêber Abdullah Ocalan eşkere kir ku gelek pêşketin wê çêbibin. Ji gel xwest ku xwe bi rêxistin bikin û xwedî vîn û israr bin da ku destkeftiyan bi dest bixin. Ji ber ku doza Kurdan ne tenê xizmetî bercewandiyên gelê Kurd dike lê belê xizmetî tevahî gelên bin dest dike.

Xatîb da xuyakirin ku, ji ber gelên herêmê li gorî fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşîn, şoreşa Rojava bi serket , gelek destkeftî û pêşketin bi dest xistin.

Xatîb bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan li ser yekitiya gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê piştrast dikir û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan anî ziman ku eger gelê Kurd bibe yek tu hêz nikare wî têk bibe".

Mihemed Xatîb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her gotinek ku rêber Abdullah Ocalan aniye ziman gelek wateyên wê hene û ez nikarin gotinên wî wesif bikin, lê belê pêwîst e em bibin yek da ku rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin, berxwedan û têkoşîna xwe li gorî fikir û felsefeya wî bidomînin.”

(dm)

ANHA