Rojnameyên Erebî: Nûnerê Putîn û hin serbazên payebilind bi El-Esed re civiyan

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, Lîbya û Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Nûnerê Putîn û hin serbazên payebilind bi El-Esed re civiyan
2 sibat, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

`NÛNERÊ PUTÎN BI DIZÎ HATE ŞAMÊ Û BI ESED RE CIVIYA`

Rojnameya Şerq El-Ewset di derbarê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî:"Nûnerê serokê Rûsyayê Vladmîr Putîn, Alexander Lavrentiev ji hin dîplomatên herêmî û rojavayî re ragihand ku wî û hin serbazên payebilind hefteya derbasbûyî serdana Şamê kirine û bi serokê Sûriyê Beşar El-Esed re civiyane û hin mijarên siyasî û leşkerî gutobêj kirine."

Li gorî agahiyan sedema sereke ya serdana şandeya Rûsyayê girêdayî civînên komîteya destûrê ya li Cinêvê ye, lê sedema girîngtir jî girêdayî lihevhatinên Idlibê ye, ji bo pêşîgiritna têkçûna leşkerî ya başûr û bakur rojhilatê Sûriyê. Her wiha mijara hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê ku dê nîva salê bêne lidarxistin.

Piştî ku Lavrentiev li Şamê hevdîtin pêk anîn, çû Cinêvê da ku kar û barên komîteya destûrê bişopîne. Her du garantorên Astanayê bi nûnerê NY`yî Geir Pedersen re civiyan."

`LÎBYA NÊZÊ AVAKIRINA RÊVEBERIYÊ DIBE, ŞERÊ DI NAVBERA MILÎSAN DE JÎ GUR DIBE`

Rojnameya El-Bayan der barê geşedanên li Lîbyayê de wiha nivîsî: "Duh li Cinêvê hevdîtina diyaloga siyasî ya Lîbyayê destp kir, ji bo hilbijartina endamên desthilata rêveber û bi dawîkirina rageşiya li welêt. Cîgira nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stephanie Williams pesnê pêşketina diyaloga siyasî ya Lîbiyan da û diyar kir ku pêşketinên girîng li ser rêya demokrasiyê pêk hatine, her wiha got ku armanca diyalogê ew e ku saziyên Lîbyayê rewa bibin."

Her wiha nûnera navneteweyî soz da ku pêvjoya hilbijartinên nûnerên desthilatê li Lîbyayê vekirî û zelal be, her wiha got ku tê xwestin li Lîbyayê zagon serdest be û pêşî li gendeliyê bête girtin. Williams got ku şandeya piştgiriya Lîbyayê li hewl bide ku civaka navdewletî encamên diyaloga Lîbiyan bipejirîne.

`ZÊDEBÛNA BUHAYÊ NAN AGIRÊ XWEPÊŞANDANÊN LUBNANÊ GUR DIKE`

Der barê geşedanên li Lubnanê de jî, rojnameya El-Ereb nivîsî: "Wezareta aboriyê ya Lubnanê, roja duşemê buhayê nan bi rêjeya ji sedî 20 zêde kir, li welatekî ku jixwe aboriya wê hildiweşe. Êdî desthilat nikare pêdiviyên sereke ji welatiyan re peyda bike, her wiha rewşa jiyanî ji ber rewşa koronayê pir aloz bûye.

Tê payîn ku ev biryar pêşa xwepêşandanan li welêt zêde bike, ji xwe beriya çend rojan dîse li welêt xwepêşandanan destpê kir, piştî ku di navbera hin ciwanên ku li dijî rewşa jiyanî derketibûn kolanan û hêzên ewlehiyê de pevçûn rû dan.

Wezîrê aboriyê Raool Niima roja duşemê got ku ji ber bilindbûna buhayê genim li sûka cîhanê û buhabûna nirxê dolar, wezaretê buhayê nan ji 2000 kire 2500.”