`Em xwedîderketina li berxwedêrên zindanan didomînin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê teqez kir ku dê çalakiyên ji bo destekdayîna berxwedana li zindanan heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bidomînin.

`Em xwedîderketina li berxwedêrên zindanan didomînin’
2 sibat, 2021   08:28
KOBANÊ

Girtiyên siyasî di zindanên dewleta Tirk de ji 27`ê Mijdara 2020`an ve bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku ev 21 sal e di zindanê de ye û sûcên ku li dijî girtiyên di zindanên dewleta Tirk de têne kirin, dest bi hemleya greva birçîbûnê kiriye.

Gelê Kurd li tevahî cîhanê bi çalakiyên cuda destekê dide hemleya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk de.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê tekez kir ku ew ê çalakî û desteka ji berxwedana li zindanan re heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Osman Elî Osê wiha got: "Dewleta Tirk di kesayeta Rêbertî de xetere li ser siyaseta xwe ya faşîst dît. Ji ber wê jî ew dîl girt û tecrîd lê ferz kir.”

/ar/uploads/files/2021/02/02/061546_awsman-aly-awsy-.webp

Osman Elî Osê wiha domand: "Dema gelê Kurd li hemû Kurdistanê serî hilda û destek da berxwedana Rêbertî, çalakî ji bo rakirina tecrîdê li dar xist, dewleta Tirk her kesê ku dengê xwe li hember faşîzma wan bilind kir, girt. Lê berxwedana girtiyan bi rêya çalakiyên greva birçîbûnê didome."

Osman Elî Osê îşaret bi girîngiya destekdayîna berxwedana zindanan kir û wiha axivî: "Em ê têkoşîna xwe li hember dewleta Tirk a faşîst û hemû dijminên Kurdan xurt bikin. Em ê bi yekitî û berxwedanê bi ser bikevin."

‘EM Ê LI HEMBER DIJMIN BI SER BIKEVIN’

/ar/uploads/files/2021/02/02/061607_aaydh-shykh-mhmd.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firat Ayda Şêx Mihemed jî îşaret bi destekdayîna berxwedana zindanan bi rêya çalakiyan kir û got: "Em wek jin dê tu carî li hember sûcên ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne, bê deng nemînin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku em armanca xwe pêk bînin û rêber Abdullah Ocalan, azad bibe."

Ayda Şêx diyar kir ku wekî ku çawa berxwedana Kobanê bi ser ket, dê ya zindanan jî bi ser bikeve û ev tişt anî ziman: "Em ji gefên dewleta Tirk natirsin û têkoşîna me dê dewam bike."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Emîne Mistefa Daban berxwedana zindanan pîroz kir û wiha domand: "Tevî ku tu derfet li gel girtiyên di zindanan de tune ne û tevî sûcên dewleta Tirk ên li dijî wan, lê ew rêya berxwedanê bernadin."

/ar/uploads/files/2021/02/02/061456_amynh-mstfa-daban-.webp

Emîne di berdewama gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Em dê rêya berxwedanê bidomînin. Em ê bi hemû çalakî û derfetên xwe destekê bidin wan û em ê li hember dijmin bi ser bikevin."

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê di 3`ê Çileyê de çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. Çalakî 7 rojan dewam kir û 30 endamên meclisê tev li çalakiyê bûbûn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Uurl0jnT_0U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>