Kesên nenas endamekî rêveberiya Komîteya Şaredariyan a Dêrazorê kuştin-HATE NÛKIRIN

Şeva din, kesên nenas ku li motorsklêtekê siwar bûbûn, hevserokê mecliseke herêmî yê bajarokê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê Salih Ebdulhisên El-Hezza kuştin.

Kesên nenas endamekî rêveberiya Komîteya Şaredariyan a Dêrazorê kuştin-HATE NÛKIRIN
2 sibat, 2021   09:31
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, Salih Ebdulhisên El-Hezaa (27) ku endamê rêveber ê komîteya Rêvebiriya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazor bû, duh derdorê saet 10:00`ê şev ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Şaneyên veşartî ên girêdayî ajandayên cur bi cur, bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê. hedefgirtina rûspiyên eşîran û jinan li herêmê dewam dikin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker sûc û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Hikumeta Şamê û milîsên girêdayî wê jî hewl didin finte û tevlîheviyê li Hesekên û Qamişloyê derxin.

(dx)

ANHA