Şerê di navbera hêzên hikumetê û komên çete de didome

Hêzên hikumata Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev li herêma Idlibê topbaran kirin. Her wiha balafirên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin.

Şerê di navbera hêzên hikumetê û komên çete de didome
2 sibat, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmetê û komên çeteyan nuqteyên hev li derdora Foca 46`a a li gundewarê rojavayî Helebê topbaran kirin. Hêzên hikûmetê bajarokê Teqad, derdora Kefer Nûran û Kefer Ema topbaran kir. Li herêmê tevgera balafirên şer heye.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku ji şevê din ve û heta saetên sibê balafirên şer ên Rûsyayê li gundewarên başûrê Idlibê geriyan. Hêzên hikûmetê hin herêm ji bajarokê Sifohin û El-Fetîra topbaran kirin. Li derdora El-Bara û El-Fetîra yên çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê jî hêzên hikumetê û komên çeteyan nuqteyên hev topbaran kirin, agahiyên der barê wendahiyên canî de nehatin bidestxistin.

Şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê ku piştgiriyê ji Rûsya digirin û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de, piştî binkeftina gera 5`emîn a civînên komîteya destûrê pêk tê.

 (bx)