li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirina kargehên pîşesaziyê

Bi pêkanîna ewlehiyê û îstiqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelek kargeh û avahî hatin vekirin û derfetên kar zêdetir bûn. Yek ji wan kargehan, kargeha helandina hesin e ku di demên dawîn de li Minbicê hate vekirin.

li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirina kargehên pîşesaziyê
2 sibat, 2021   08:17
 MINBIC-EHMED QERACA

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe, di hemû qadan de bi pêş dikevin. Ji wan qada aborî ye ku bi armanca geşkirina qada aborî ya herêmê bi dehan proje û kargeh vekirin. Di wê çarçoveyê de, li bajarê Minbicê kargeha helandin û jinûve bi karanîna hesin hat vekirin.

1`ê Sibata 2020`î li Minbicê kargeha helandin û jinûve bikaranîna hesan dest bi kar kir û hesinê ku pê avahî çêdibin çêdike.

ꞌPEYDAKIRINA HESEN Û DERFETÊN KARꞌ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kargeha helandina hesen di peydakirina madeya hesin a lêkirinê de roleke mezin lîst. Ji lew ra tevgera avahîsaziyê li herêmê çalak e û derfetên kar jî zêde dibin.

Li vê kargehê, hesinê ji bo lêkirinê pêwîst e tê çêkirin. Ew jî li ser çend qonaxan tê çêkirin; destpêkê tê helandin, piştre derbasî qonaxa kişandinê dibe da ku şîşên hesin bi teşe û hecim cuda wein çêkirin. Ev şîş bi kalîte ne. kargeh pêwîstiya herêmê ya hesin peyda dike û gavek ber bi pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmê ve ye.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê û gundewarên wê Cemîl Mihemed axivî û got ku kargeha ji nû ve û bikaranîna hesin û helandinê ya li herêmê gaveke baş e, nexasim ku piştî şoreşa Sûriyê gelek kargeh xirab bûn û sivîl neçar diman ku madeyan ji derveyî Sûriyê bixwazin.

Cemîl Mihemed destnîşan kir ku wan di civîna bi Gerînendeya Pîşeyî û Saziya Kehrebeyê ya Minbicê re mijara piştgiriya kargehê ji aliyê kehrebeyê yan jî derfeta bikaranîna enerjiya alternatîf bi rêya hilma (bûxar) ku ji germkirinê derdikeve, nîqaş kiriye. Da ku karê wê hêsan bike, ji ber ku ev kargeh dê beşek ji pêwîstiya herêmê ji hêsin re pêk bîne.

Li aliyekî din jî xwediyê kargehê Mehmûd Cuma El-Mûsa da zanîn ku kargeh li gorî pîvanên kalîteya baş ên Sûriyê kar dike.

El-Musa mekanîzmaya xebata kargehê şîrove kir û got:" Em bermahiyên hesin ên li bajêr kom dikin û vediguhêzin kargehê. Piştre di hewzên mezin de di pileya hezar û 800 derece de dihelînin. Piştî dibe rohn em dikin qaliban. Dûvre jî dibin kargeha hesinê avahiyan, da ku jê şîşên hesin ên bi kalîte çêkin."

El-Musa destnîşan kir ku kargeh rojane di navbera 10 heta 20 tonan de çêdike û derdora 50 karker û kesên pispor tê de dixebitin.

Li gorî Mehmûd Cuma, tonê hesin ê ji kargeha wan derdikeve bi 580 dolarî tê firotin, lê hesinê ji derve bi 680 dolarî heta 700 dolarî tê firotin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QW59cZQzAwQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>