​​​​​​​Bîlançoya êrişên meha Çile li dijî Şehba û Şêrewayê eşkere bû

Bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya kantona Efîrnê di Çileya 2021`an de, eşkere bû.   

​​​​​​​Bîlançoya êrişên meha Çile li dijî Şehba û Şêrewayê eşkere bû
2 sibat, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de êrişên xwe li ser gundên herêma Şehbayê û navçeya Şêrewa ya Efrînê zêde kirin.

Her wiha di 23`ê Çileya 2021`an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hawanan bajarokê Til Rifetê topbaran kirin, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 8 birîndar bûn.

Bîlançoeya êrişên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de wiha ye:

1`ê Çile, bi roj gundên Eyn deqnê, Bêlûniyê, Herbil, Um Hoş, Semûqa, Til Rifet, Merenaz, û Malikiyê hatin topbarankirin. 20 obîsan û doçka hatin bikaranîn. Tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê ranewstiya.

2`ê Çile, bi şev gundên Til Medqîd, Herbil, Şêx Hilal, Til Cîcan, Tat Maraş, Tinib, Şiwarxa, Merenaz, Malikiyê hatin topbarankirin. 50 obîs û 20 hawan hatin bikaranîn. Balafirên keşfê bê navbera li ser herêmê digeriyan.

3`ê Çile, bi roj gundên Eyn Deqnê, Tepeyê Xwêdê, Bêlûniyê, Tepeyê Gira , Ziwyan, Til Anîb, Til Medîq , Til Cîcan, Elqamiyê , Îrşadiyê û Merenaz hatin topbarankirin. 70 hawan, 20 obîs û 3 guleyên tankê hatin bikaranîn. Tevgera balafirên keşfê bê navber li ser herêmê hebû.

 4`ê Çile, bi şev gundên Zewyan, Eyn Deqnê, Merenaz, Bêlûniyê, Şixwarxa û Meyasê hatin topbarankirin. 100 obîs, 50 hawan hatin bikaranîn. Balafirên keşfê bê navber digeriyan.

5`ê Çile, bi şev û roj  gundên Eyn Deqnê, Herbil, Semûqa, Til Medîq, Merenaz, Tat Maraş, Şiwarxa, Malîkiyê yên Şehbayê û gundê Birc Qasê yê Şêrewa, hatin topbarankirin. Balafirên şer û keşfê bê navber li herêmê digeriyan û bê navbera xeta Şehbayê topbaran dikirin.

6`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê û Merenazê hatin topbarankirin. 60 hawan û 2 guleyên spg-9 hatin bikaranîn. Balafirên şer bê navber li ser Şehba digeriyan.

7`ê Çile, bi şev û roj gundên Malîkiyê û Merenazê hatin topbarankirin. Di topbaranê de doçka û 2 guleyên Espîçono hatin bikaranîn. Keşf bê navber li asîmanê herêmê digeriya.

8`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Tat Maraşm Malîkiyê, Merenaz, Gundê Mezin, Meyasê û Birc Qas hatin topbarankirin. Bi doçkayê bê navber êrişî xeta cebheyê hat kirin. Her wiha tevgera balafirên keşfê û şer li asmîanê herêmê hebû.

9`ê Çile, bi şev û roj gundên Merenaz, Malîkiyê, Tat Maraş û Suxanekê hatin topbarankirin. Tê de 1 doçka BKC hate bikaranîn. Kefşif li ser Şêrewa digeriya.

10`ê Çile, bi şev û roj gundên Şêx Îsa, Şiwarxa, Merenaz û Tat Maraş hatin topbarankirin. Tê de doçka hate bikaranîn. Balafirên keşfê li ser Şehba û Şêrawa digeriyan.

11`ê Çile, bi şev û roj gundên Merenaz, Şiwarxe, Tat Maraş, Birc Qas, Meyasê û Suxanekê hatin topbarankirin. Tê de doçka hate bikaranîn. Balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan

12`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Til Rifet, Şêx Îsa, Tepeyê Gira, Til Medîq, Tinib, Tat Maraş, Şiwarxa, Malîkiyê, Merenaz, Tepeyê Ş.Xabûr, Elqamiyê hatin topbarankirin. 80 hawan û 73 obîs hatin avêtin. Balafirên keşfê li ser Şehba û Şêrewa digeriyan.

13`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Semûqa, Til Medîq, Tepeyê Ş.Xabûr, Elqamiyê, Merenaz hatin topbarankirin. 15 hawan û 25 obîs hatin bikaranîn. Tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê hebû.

14`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Herbil, Bêlûniyê, Tat Maraş, Şiwarxa, Malîkiyê û Merenaz hatin topbarankirin. 45 obîs hatin bikaranîn.

15`ê Çile, bi şev û roj gundên Birc Qas, Malîkiyê, Merenaz hatin topbarankirin. Balafirên keşfê li ser Şêrewa digeriyan.

16`ê Çile, bi şev û roj gundên Zawyanê, Tinib, Merenaz, hatin tpbarankirin, tevgera balafirên keşfê li herêmê hebû.

18`ê Çile, bi şev  û roj gundên Merenaz û Şiwarxa hatin topbarankirin. Doçka bê navbera hate bikaranîn.

19`ê Çile, bi şev û roj gundên Merenaz, Elqamiyê û Malîkiyê hatin topbarankirin. 15 hawan hatin bikaranî, balafirên keşfê bê navber digeriyan.

20`ê Çile, bi şev û roj gundê Til Cîcan hate topbarankirin, obîs hate bikaranîn.

21`ê Çile, bi şev û roj gundên Til Cîcan, Merenaz, Malîkiyê, Elqamiyê, Îrşadiyê, Tinib, Tepeyê Ş.Xabûr, Bênê, Suxanekê, Xirabê û Şemsê hatin topbarankirin. 120 hawan, 31 guleyên tankê hatin bikaranîn. Balafirên keşfê li ser Şêrewa digeriyan.

22`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Til Medîq, Herbil, Semûqa, Şiwarxa, Malîkiyê, Mala Xirabê hatin topbarankirin. Tevgera keşfê li asîmanê herêmê hebû.

23`ê Çile, bi şev û roj gundên Herbil, Til Cîca, Tepeyê Gira, Til Rifet, Minix, Merenaz, Elqamiyê hatin topbarankirin. 83 hawan hatin bikaranîn, balafirên keşfê li ser Şêrewa digeriyan.

24`ê Çile, bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Elqamiyê, Merenaz hatin topbarankirin. 170 obîs, hatin bikaranîn.

25`ê Çile, bi şev û roj gundên Merenaz û Suxanekê hatin topbarankirin. 10 guleyên tankê hatin bikaranîn. Balafirên keşfê jî digeriyan.

26`ê Çile, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Tepeyê Gira, Tepeyê Xwedê, Til Medîd, Malîkiyê, Herbil, Merenaz hatin topbarankirin. Balafirên keşfê li ser Şêrewa digeriyan.

28`ê Çile, bi şev û roj gundên Til Cîcan, Til Medîq, Semûqa, Eyn Deqnê, Tepeyê Gira, Tinib, Tat Maraş, Şiwarxa, Merenaz, Birc Qas û Gundê Mezin hatin topbarankirin. Balafirên şer û balafirên keşfê bê navbera digeriyan.

29`ê Çile, bi şev û roj gundên Merenaz, Şiwarxa, Tinib, Merenaz hatin topbarankirin. Doçka bê navbera hate bikaranîn.

30`ê Çile, bi şev gundên Merenaz, Şiwarxa, Tinib, Eyn Deqnê, Minix, Bêlûniyê hatin topbarankirin. Balafirên keşfê bê navber digeriyan, doçka bê navbera hate bikaranîn.

31`ê Çile, bi şev û roj gundên Semûqa, Bendava Şehba, Bêlûniyê, Merenaz, Şiwarxa, Tat Maraş hatin topbarankirin. Hawan bê navbera hatin bikaranîn, yên hatine tesbîtkirin 80. Keşf jî bê navber digeriya.

(cx)

ANHA