‘Sûriyê jî ji nivîsandina destûrê hatiye dûrxistin’

Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Xelîl Ebdo diyar kir ku ji ber hewldana hikumeta Şamê a qezenckirina demê ji bo hilbijartinan û dûrxistina gelê Sûriyê ji xebata siyasî ya li Cinêvê,xebatên komîteya destûra bingehîn a Sûriyê bi bin ket.

 ‘Sûriyê jî ji nivîsandina destûrê hatiye dûrxistin’
2 sibat, 2021   07:32
REQA-RUBA EL-ELÎ

Gera 5’an a dan û standinên  "Komîteya destûra Sûriyê'' di 29’ê Çileya borî de bêyî sazkirina tu rêgezên bingehîn a ku komîteya destûrê ji bo wê hatiye avakirin, bi dawî bû. Lê armanca komîteya destûrê, diyarkirina mekanîzmaya danîna destûra nû ya Sûriyê li gorî biryara NY’yê ya 2254’an e, da ku desteya birêveberiya demkî û rêxistinkirina hilbijartinên nû ava bike.

Di civîna çapemeniyê ya dawiya gera 5’an de ku 5 rojan dom kiriye, Geir Pederson wiha got: "Xebatên komîteya destûrê bi vî awayî berdewam nakin." Her wiha Pederson gera 5’an bi mixabîniya hêviyan wesifand û destnîşan kir ku tu zelalbûnek der barê çawaniya pêşdeçûna xebatên komîteyê de tune bûn.

 ‘DEWLETÊN HERÊMÊ HEWL DIDIN DESTÛRA YEK ZIMAN, YEK ÇAND Û YEK DESTHILAT PÊK BÎNIN’

Endamê Destaya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Ebdo wiha got: "Dewletên herêmê yên li herêmê aktîf in, destên xwe danîne heta destûrekê li gorî berjewendiyên xwe saz bikin, hewl didin destûreke bi yek ziman, yek çand û desthilateke mutleq ava bikin, lê destûrke bi vî rengî li Sûriyê ne pêkan e, ji ber ku gelek pêkhate lê hene."

Ebdo wiha da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide li ser hikum bîmîne û dema xebatên komîteya destûrê û her çareyeke siyasî dirêj dike û siyaseta bidûrxistin û neqebûlkirina aliyekî din pêk tîne. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê ji pirrengiyê nefret dike û dixwaze tenê li ser desthilatê be, hebûna pêkhateyan a ku piştevaniya pêşdeçûna vê rêveberiyê dike, qebûl nake.

 ‘NE TENÊ RÊVEBERIYA XWESER, LÊ SÛRIYÊ JI FORMEKIRINA DESTÛRÊ HATIYE BIDÛRXISTIN, HATIYE BIDÛRXISTIN’

Xelîl Ebdo behsa bidûrxistina Rêveberiya Xweser ji çareyeke siyasî li Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Foremkirina destûrê ji demekê ve pêk tê, lê ne tenê Rêveberiya Xweser ji wê xebatê hatiye bidûrxistin, lê belê tevahî Sûriyê hatiye bidûrxistin. Ev destûr ne li gorî hêza gelê Sûriyê dest pêk kir. Lê divêyabû destûr li gorî xwestek û pêdiviyên tevahî gelê Sûriyê yê li hemû herêman bihata formekirin. Çi destûra li gorî xwestekên gel çêbibe û xwe nespêre hêza gel, ew destûr ne aktîf e û ne durist e."

Ebdo wiha eşkere kir: "Hikumeta Sûriyê bi lihevkirina bi dewleta Tirk û Rûsyayê re, hewl da destûrekê li gorî Astanayê ava bikin. Ji ber ku opozîsyon êdî nûnertiya gelê Sûriyê nake û tenê nûnertiya xwe û bejewendiyên hêzên derve dike. Li aliyekî din jî hikumeta Şamê hîna jî li gorî çareya leşkerî tev digere."

Ebdo bi domdarî got: " Herêmên Rêveberiya Xweser nêzî nîvê rûbera Sûriyê ye. Her wiha Rêveberiya Xweser îsbat kiriye ku dikare van herêman bi rê ve bibe, hêza wê ya leşkerî ya bi nûnertiya QSD’ê heye, li gel wê jî 120 hezar karmend hene. Lê belê her tim dixwazin vê herêmê bi dûr bixin. Ji ber ku em banga destûreke demokrat û nenavendî dikin, ew jî nakeve xizmeta desthilatê. Ji ber di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de berjewendî hene."

Ebdo rola dewletên herêmê, bi taybet dewleta Tirk bi van gotinan şermezar kir: "Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe pêkhateyên Sûriyê, bi taybet Kurd ji destûrê bi dûr dixin, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin."

Ebdo destnîşan kir ku çarenûsa van civînan binketin e, ji ber dûrî nûnertiya gelê Sûriyê pêk tên û tenê dikeve xizmeta ajandeyên derve. Heke kêmî nîvê gelê Sûriyê ne amade ye, wê demê divê tu civîn li dar nekevin.

Li gorî Xelîl Ebdo çareya yekane ew e hikumeta Şamê bi zihniyeteke baş bifikire û ji rejîmên Tirkiyê û Îranê bi dûr keve, pişta xwe bide gelê Sûriyê, beşdarî rêveberiyan be, destûnereke nenavendî ya demokratîk ava bike, da ku Sûriyeke demokratîk dûrî ajandeyên derve were avakirin.

Di gera dawî ya danûstandinên li Cinêvê de dezgehên çapemeniyê yên alîgirê hikumeta Şamê tune bûn, her wiha şandeya hikumetê beşdarî tevahî geran bû.

Şandeya hikumeta Şamê di civînên li Cinêvê de mijarên li derveyî xebatên komîteyê mîna serwerî, teror, dagirkirina biyanî ji Sûriyê re nîqaş dikir. Ew jî bi hewldana ku demê heta hilbijartinên serokatiyê yên Nîsana bê dirêj bike.

Beşar Esed di 8’ê Cotmeha 2020’an de di hevpeyvînekê ligel ajanseke rûsî de,  dan û standinên komîteyê yên li Cinêvê  bi "Lîstokeke siyasî" bi nav kiribû.

Li gorî Beşar Esed, gelê Sûriyê bi destûrê nafikire û kesek jî li ser destûrê naaxive, ji ber gelê Sûriyê tenê bi çareserkirinan difikire.

(fr)

ANHA