Rewşenbîr: Gefên li dijî Şengalê ji ber têkçûna wan a li Heftanînê ne

Rewşenbîran piştrast kir ku gefên Erdogan ên li dijî Şengalê, hewldana tolhildana têkçûna artêşa dewleta Tirk a li Heftanînê ye.

Rewşenbîr: Gefên li dijî Şengalê ji ber têkçûna wan a li Heftanînê ne
1 sibat, 2021   01:12
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Piştî ku wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker serdana Bexda û Hewlerê kir û bi rayedarên hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê re civiya, serokkomarê dewleta Tirk Erdogan gefa êrişên li dijî Şengalê xwar.

/kr/uploads/files/2021/01/31/202926_-1600x1200.webp

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Xelîl Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî êrişî Efrînê kir û rêveberiya ku li Efrînê ava bûbû, bandor li tevahî cîhanê kiriye, ji ber vê yekê jî bi 72 balafiran êriş kir.

'LI HEFTANÎNÊ TÊK ÇÛN'

Xelîl bal kişand ser êrişa faşîzma dewleta Tirk a li dijî Heftanînê û ev nirxand kir: "Dewleta Tirk li Heftanînê negihîşt armancên xwe, ji ber vê yekê di meha Îlonê de wan rêveberên xwe yên îstixbaratê şandin paytexta Iraqê da ku planekê ji bo êrişên li ser Şengalê deynin. Di heman demê de bi rêveberên Başûrê Kurdistanê re hevdîtinek pêk anîn ji bo ku destûrê bistînin û Rojava dorpêç bikin."

Xelîl wiha dom kir: "Çima ew zextê li ser Şengalê dikin? Ji ber koka tevahî Kurdan ji Şengalê ye.”

Xelîl diyar kir ku gelê Şengalê her fikreke azad û demokrat qebûl dike, lê fikrên ku PDK ferz dike, qebûl nake, ji ber ku Şengal di di nava destê DAIŞ`ê de hiştin.

/kr/uploads/files/2021/01/31/202953_-1600x1200.webp

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê, Rûken Hisên jî got: "Em ê li dijî gefên Erdogan û êrişên li ser Şengalê bisekinin, lê divê destpêkê em armanca dijmin ji van êrişan nas bikin."

Rûken tekez kir ku armanca bingehîn ew e ku dewleta Osmaniyan ji nû ve li ser hesabê gelê Kurd vegerînin. Rûken destnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke faşîst e û dixwaze tiştên xwe ferz bike û tevahî rêbazên tundiyê li dijî gelê Şengalê bi kar bîne.

Rûken wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em yekrêziya Kudan ava bikin da ku tu kes nekare îradeya me bişikîne. Her wiha ji ber ku dîroka êzidiyan pir kevnar e, divê em wan ji hemû hewldanên pişaftinê biparêzin."

(dm-dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HItmw7d4lVk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>