​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser Komîteya Destûr biser nakeve

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku binketina Komîteya Destûrî encama destwerdanên derve ye û got: "Divê destûreke nû were avakirin ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike."

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser Komîteya Destûr biser nakeve
1 sibat, 2021   05:48
REQA – EHMED EL-ELÎ

Di encamên kongreya Soçî de ya ji aliyê Rûsya ve di destpêka 2018'an de hate lidarxistin, "Komîteya Desûra Sûriyê" hate avakirin, da ku destûreke nû ji Sûriyê re dayne. Komîte destekê ji NY`yê digre. Nûnerê NY`yê taybet  li Sûriyê Geir Pedersen komîteyê weke rêya tekane ber bi çareseriya siyasî ve dibîne.

Li gorî çavdêr û pisporên qanûnan, destûra ku niha dixwazin çêbikin tenê jinûve şikldayîna destûra heyî ye û şerê li dijî desthildariyê didomîne.

Li gorî Pedersen, çareserkirina aloziya Sûriyê di destê gelê Sûriyê de ye û bi serkêşiya wê ye. Lê Rûsya, dewleta Tirk û hin dewletên din ên ku endamên komîteyê (150) endam erkdar kir û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nûnertiya nêzî 5 milyon gelê Sûriyê dike, jê dûr dixe.

ÇARESERIYA SIYASÎ Û PARVEKIRINA PARAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku hemû tiştê ku ji destpêka aloziyê de hatin pêşkêşkirin, parvekirina paran e.

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku çi diyalog yan jî biryar ku ji aliyên çi kongre yan jî komîteyê ve derkevin û ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be û mafên hemû pêkhateyan misoger nake, dê çarenûsa wan binketin be. El-Ebid got, divê gelê Sûriyê çarenûsa xwe dûrî destwerdanên derve diyar dike.

KONGREYÊN ŞEKLÎ

El-Ebid wiha domand: "Dewletên garantorên çareseriya siyasî kongreyên weke Cinêv- 1, Astana, Soçî û heta civîna dawî ya Cinêvê birêve bir. Hemû jî weke derbasbûna demê bûn. Hewldana jinûve vegerandina serweriya hikûmeta Sûriyê li xakên ku ji destê wê derketine û dev ji wan berdane û weke qadeke ji terora Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê re, hişt."

Hemdan El-Ebid di axaftina xwe de wiha got: "Ev komîte girêdayî derve ye. Çi şandeyek opozisyonê be û çi ya hikûmetê be. Beriya civînên komîteya destûrî gelek kongre hatin lidarxistin weke Cinêv, Astana û Soçî, her wiha  nûnerê NY`yê û Komkara Ereban weke El-Dabî, El-Exder El-Îbrahîmî û Stefan de Mistura û hemû jî bin ketin."

‘DI NAVA DETAYAN DE FETISANDIN DA KU DEMA XWE DERBAS BIKIN‘

El-Ebid diyar kir ku dewletên hevalbendên aliyên di komîteyê de dixwazin aloziya Sûriyê dirêj bikin û xemgîniya xwe ji ber xebatên şandeyên beşdar bûne wiha anî ziman: "Her tim şandeya opozisyonê û ya hikûmetê hev din bi xirakirina civînan tawanbar dikin û bi hinceta ku hev hêrs bikin û her tim yek ji her du aliyan vedikşe û Pedersen wan jinûve kom dike û civînê heta demeke din paşde dixe bêyî pêşketina tu çaresriyan ji aliyê şandeya hikûmetê ve. Siyaseta derbaskirina demê û di nava detayan de fetistandin bikar tîne û xebatên ku ji derveyî erkên komîteya destûrî ne. Şandeya opozisyonê jî her tim pêşniyarên ji destûrê dûrtir dide. Em careke din li pirsgirêka derbaskirina demê li ser hesabê xwîn û êşa gelê Sûriyê

XETA SÊYEMÎN

Hemdan El-Ebid îşaret pê kir ku divê gelê Sûriyê banga hilbijartinên demokratîk, vegera koçberan û jinûve avakirina binesaziyê bike û wiha domand:"Her aliyek bi hinceta tirsa li ser gelê Sûriyê van bangan dike, nakokî di vî aliyê de tune ne, lê nakokî li jinûve avakirina destûreke sûrî ye ku li gorî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be û tu kesî jê dûr nexe û hilbijartinên demokratîk bi sponseriya NY`yê li dar bixe."

Hemdan El-Ebid wiha pêde çû: "Rêveberiya Xweser xeta sêyemîn esas girt. Ev xet jî opozisyoneke di asta yekemîn de ye. Me şerê Artêşa Niştîmanî nekir û me şerê artêşa Sûrî li ser xaka di bin serweriya wî de nekir. Dema me şer kir tenê me ji bo têkbirina terorê şer kir. Tişta ku Rêveberiya Xweser banga wê ji destpêkê de kir misogeriya yekitiya xaka Sûriyê, xebatê şerê li dijî terorê, avakirina destûreke Sûrî ku mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê biparêze. Lê tişta me di demên dawîn de dît şerê di navbera opozisyona çekdar û hikûmeta Sûrî de bû ku xwe weke xwediya biryarê hikûmeta rewa di qada navneteweyî de dibîne."

Her wiha Hemdan El-Ebid got, netevlîbûna Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî re encama destwerdanê derve ye.

ÇARESERIYA BAŞ JI ALOZIYA SÛRIYÊ RE‘

Hemdan El-Ebid di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ji destpêka avakirian Rêveberiya Xweser ve, me çareseriyeke guncaw li ser esasê demokrasî, pirrengî, nenavendî ku maf û rûmeta hemû pêkhateyan misoger bike, ji hemû aliyan re pêşkêş kir. Çareseriya ku em behsa wê dikin, Sûriyê ne li gorî ol an netew bi rêve dibe, lê destûreke sûrî heye wê birêve dibe û ji aliyê hemû aliyan ve hatibe erêkirin, her wiha dawî li tundî û rijandina xwînê bîne û koçberan vegerîne warên wan. Me giraniyeke mezin da vê mijarê.''

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Têkildarî doza Sûriyê gelek biryarên NY`yê hene. Hêzên mezin li gorî berjewendiyên xwe û li ser esasê parvekirina hebûna xwe  destwerdana van biryaran dikin. Lê tenê kaxez derdikeve û li ser rûyê erdê nayê pêkanîn. Em hêvî dikin ku hemû biryar li şûna ku ji bo misogeriya maf û berjewendiyên wan dewletan û li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê be bila ji bo misogeriya mafên gel bin."

(bx)

ANHA