Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 5

Piştî şerên ku li gundewarên Dêrazorê rû dan, binesaziya wê zêde zirar dît û 9 salan xizmetguzarî jê re nehat pêşkêşkirin. Lê dîsa jî li gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî hewldanên başkirina rewşa jiyanê didomin û Komîteya Şaredariyan ji bo başkirina rewşa herêmê ya îsal, plansaziyek pêşkêş kir.

Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 5
1 sibat, 2021   02:19
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED-EKREM BEREKAT

SALA 2020`AN SALA AVAKIRINA BINESAZIYA HERÊMÊN RIZGARKIRÎ YE

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ku di Adara 2011`an dest pê kir, herêmên Dêrazorê wekî herêmên din ên Sûriyê ji ber şerê li welêt ê têkildarî bidestxistina desthilatê, gelek zirar dît. Lê piştî Adara 2019`an ku ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, bi rêya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji nû ve rewşa xizmetguzariyê ya herêmê bi pêş ket.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi rêya Komîteya Şaredariyan û Xizmetguzariyên Giştî, xizmeta herêmê dike. Li gorî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya Dêrazorê ji herêmeke ku rûbera wê digihêje 17 hezar kîlometre çargoşe re xizmetê dike ku zêdetirî milyon û 650 hezar kesên ji herêmê û koçberên ku ji herêmên Sûriyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de lê dijîn.

Li gorî hevserokê Desteya Şaredariyan Mûmtaz El-Hefel daxuyand, ji bo wan sala 2020`an sala pêşketina kar û xebatê ye, lêçûna projeyan û xebatên xizmetguzariyê gihaşt 4 milyar û nîv lîreyên Sûriyê û 2 milyon û nîv dolar.

Rûspiyekî eşîra El-Şiêtat a bajarokê El-Şenan a rojhilatê Dêrazorê Hisên Deham El-Ebd got xizmetguzariyên ku têne pêşkêşkirin baş in û bi pêş dikevin, di heman demê de bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî kir ku hîn zêdetir xizmetguzariyan pêşkêş bikin, nexasim ji bo qadên kehrebe, av û çandiniyê.

Komîteya Şaredariyan par li herêma rojhilat bi rêya gerînendetiyên xwe alavên hin desteyên navendên xwe zêdetir kirin, tîmên agirkujiyê ava kirin û gelek kar û xebat ji bo xizmeta civakê pêşkêş kirin.

Rêveberiya Xizmetguzariyan di pêvajoya 2020`an de 10 traktorên ji bo paqijkirina herêma Hecînê, 10 wesayitên agirkujiyê û avakirina tîmeke agirkujiyê, qelabe, sehrîcên sotemiyan û fiyûlê, sehrîcên avê, kordedrat , roller, buldozer û erebeyên veguhastina karmendan dane şaredariyan.

Werşeyan sererastkirina hin rêyên girîng bi dawî kir, ji wan; rêya di navbera gundewarên rojava û rojhilat çerxerêya Konîko de û bi dirêjahiya 9 km hate çêkirin û rêya di navbera bajarokên El-Hesan û El- Mihemîda de yên li gundewarên rojava, sererast kirin.

Li aliyekî din jî rêyên Cerwan û Ebû Xeşeb ên li bakurê rojavayê çolistanê sererast kirin, rêya stasyona ava El-Kesra û rêya stasyona ava El-Sewayê jî amade kirin, rêya El-Behrayê bi dirêjahiya 40 km bi rêya bajarokê El-Teyanê ve girê dide, zîft kirin, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi dirêjahiya 60 km rêya di navbera bajarokê Hecîn û bajarokê Baxozê de sererast kir û projeyên sererastkirina pira  Wadî El-Newam û projeya pira El-Meraşidê jî temam kirin.

GERÎNENDETIYA AVÊ

Gerînendetiya Avê ya Komîteya Şaredariyan û Xizmetguzariyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li El-Kesra, El-Seiwa, Cidêdit El-Begara, El-Şebekê, Zeyban, Keşkiyê û El-Şenan 7 stasyonên nû yên avê ava kirin.

Par gerînendetiyê li aliyê bakurê ava Firatê ya li rojhilat û rojavayê Dêrazorê 35 stasyonên avê sererast kirin û li gorî gerînendetiyê navên stasyonan wiha ne; Şeqra, Sifêra jor, Sifêra jêr, Mihêmîda, Hiwayic El-Bûmesa, Hiwayic Ziyab, El-Zixêr, Hemar El-Elî, Cidêdit Igêdad, Cidêdit Begara, El-Dehlê, El-Sebha, El-Besîra, El-Zer, Şehîla Rojava, Şehîla Rojhilat, Hiwayic Zeyban, El-Hecnê, El-Teyanê, Darinc, Siwêdan, El-Cerzê, El-Kibir, El-Mîlac û Cezra El-Bûhemîda.

GERÎNENDETIYA VEGUHASTINÊ

Ev gerînendetî karê geracan dişopîne, xizmeta wan dike û karên wan tevger dike, her wiha nuqteyên çûn û hatinê yên di navbera Rêveberiya Dêrazorê û Rêveberiyên li hemberî wê yên wekî Reqa û Cizîrê de û baran jî dişopîne.

Par Gerînendetiya Veguhastinê geraca El-Cezar ava kir û lêçûna gihaşt 11 milyon lîreyên Sûriyê, her wiha geraca Mihemîda ya taybet bi polmanatan ava kir, geraca navendî ya li herêma navîn a 7 km bi dawî kir û lêçûna wê gihaşt 31 milyon û nîvan, li rojhilatê gundewarên bajarokên El-Siwer, bajarokê El-Besîra û bajarokê Hecînê geracên cuda ava kirin.

Hevserokê gerînendetiyê Mûmtaz El-Hefel da zanîn ku dema binesazî û avahiyên xizmetguzariyê yên li Dêrazorê hatin çêkirin, gelek astengî derketin pêşberî komîteyê û li hemberî plansaziya 2020`an bandoreke neyinî li xebatê kir.

Mûmtaz El-Hefel got: "Li hemberî plansaziya ku par hatibû diyarkirin hin xizmetguzarî nehatin kirin ji ber gelek astengî derketin, ji wan rewşa siyasî, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa ewlehiyê, gefên li dijî endamên şaredariyan û komîteyan, rewşa aborî û cûdabûna nirxên pereyan."

Li gorî plansaziya Komîteya Şaredariyan û Xizmetguzariyên Giştî ya li Dêrazorê ya îsal, hewldana avakirina binesaziya bajaran û navçeyan û di pêvajoya salên bê de dê hewldana berfirehkirina wan bikin, da ku hewcedarî û daxwazin bajarên mezin jî peyda bikin.

Mûmtaz El-Hefel wiha axaftina xwe dewam kir: "Me projeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirin û ji van projeyan; ji nû ve sererastkirina rêyan, projeyên avê, bedewkirina bajaran, birêxistinkirina navçe û bajaran bi lêçûneke 25 milyon dolarî, lê em benda erêkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Têkildarî projeyên îsal Mûmtaz El-Hefel ev agahî parve kirin: "Yên herî girîng ku wê kargeha çêkirina boriyên kanalîzasyonan û vehartina navçeyan ber bi bajaran ve were kirin ku ew jî bi rêya pêşxistina xizmetguzariyên îsal ku dê rêyan, avê, peyarêyan, baxçan, çerxerêyan, ketin û derketina bajaran bide pêş xwe. Mînaka xizmeta ku em ê ji herêmên din ên Dêrazorê re pêşkêş bikin; bajarokê El-Besîra ye."

Meclisa Sivîl a Dêrazorê di demeke kurt de gelek kar û xebat bi ser xist û di nava salekê de jî 24 şaredarî li gundewarên Dêrazorê ava kir û hem jî nû kir.

BAŞKIRINA QADA TUNDURISTIYÊ

Xebata Meclisa Sivîl a Dêrazorê ne girîngî da qada tenduristiyê jî û 3 nexweşxane û 21 navendên tenduristiyê li dirêjahiya gundewarên Dêrazorê amade kir, nexweşxaneya bajarokê El-Kesra ya gundewarê rojava û nexweşxaneya El-Besîra û herêma Cidêdit a li rojhilatê gundewar ji nû ve sererast kirin.

SAZÛMANIYA RÊVEBERIYÊ HATE NÛKIRIN

Piştî gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi temamî di 23`yê Adara 2019`an hate rizgarkirin, yekser meclisê bi rêya parvekirinên rêvebirinê gel tevger kir û herêm kirin 3 parçe ku ew jî in; rojava (El-Kesra), navîn (gundewarên bakur û herêma gihandina çemê Xabûr bi Firatê û heta bigihêje El-Besîra, rojhilat (El-Şehîl, Şiêtat, Hecîn, El-Sûsê û El-Şeifa).

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yusif der barê vê yekê de destnîşan kir ku li gorî derfetên heyî wan karî binesazî û ji nû ve sererast bikin û xizmetguzariyan ji hemû herêmên rizgarkirî re pêşkêş bikin û ji bo qada çandiniyê, avê û perwerdê jî xizmetê bikin.

Xesan El-Yusif her wiha eşkere kir ku herêma rojhilatê gundewarê Dêrazorê mezin e û hîn jî pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye, ji lew ra kar û xebateke berfireh dixwaze û ji bo avakirina sazûmaniya rêveberiyê û sazûmaniya rêxistinbûyînê jî îsal planekê didin meşandin.

Xesan El-Yusif da zanîn ku Koordînasyona Sivîl a bajarê Dêrazorê ku ji hêzeke aktîf pêk tê ku ew jî; Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê ne biryar da ku ji nû sazûmaniya rêxistinbûyînê û rêveberiya Dêrazorê ava bikin û wiha gotinên xwe dewam kirin: "Ev sazûmaniya rêxistinbûyînê dê heta asteke mezin rêxistinkirin û beşdariyeke mezintir a eşîrên herêmê û pêkanîna cureyeke ji aramiyê misoger bike."

Sazûmaniya Rêveberiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ku niha kar û xebat ji bo wê tê kirin, dê li ser 4 herêmên rêveberiyê were avakirin ku ew jî; herêma navîn ku ew jî Besîra û Zeyban pêk tê, herêma rojhilat ku ew jî ji Meclisa Firatê ku ji Ebû Hemam, Keşkiyê û Girênîtiş û El-Sûsa û navçeya Hecînê pêk tê, herêma bakur ku ji Siwer û Xeşam pêk tê û herêma rojava jî ji navçeyên Cezra, Kesra û Mihêmidiyê pêk tê.

TEVLÊBÛNEKE WEKHEV

Bi rêya rêxistinbûyîna nû ya Meclisa Dêrazorê şêniyên herêmên ku piştî avakirina meclisê hatin rizgarkirin, dikarin hîn zêdetir tev li kar û xebatê bibin û hejmareke mezin ji şêniyên êl û eşîrên li herêmê jî bigire nava xwe, ev jî bi rêya beşdariyeke wekhev pêk tê, da ku tu kes ji erka xwe ya xizmetkirina ji Dêrazorê bê par nemîne.

Xesan El-Yusif diyar kir ku gavavêtina ji nû ve rêxistinkirina Meclisa Sivîl gelekî girîng e û gelê herêmê yên êl û eşîrên li Dêrazorê pêşwazî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Meclis dê der barê birêvebirina herêmên xwe de mafdar be, ev jî dê li gorî lîsteya rêvebirinê ya Meclisa Dêrazorê û li gorî mijarên xizmetguzariyê, civakî û eşîrtiyê pêk were."

Xesan El-Yusif diyar kir ku ew dixwazin rewşa Dêrazorê baştir bikin, bi dibistanekê dest pê kirin û îro 600 dibistan hene û zêdetirî 290 hezar xwendekarên refa seretayî hene her wiha ji bo xizmetguzariyan jî gelek xizmet hatin pêşkêkirin.

Ji nû ve sazûmaniya rêxistinbûyîna Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê ku di 25`ê Cotmeha 2020`an de hate lidarxistin, pêk hatiye.

Piştî avakirina meclisên herêmên li Dêrazorê dê ji nû ve sazûmaniya meclisên qanûnsaz û rêveberiyê yên rêveberiya sivîl a Dêrazorê dê werin avakirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pv1NqBx7sPA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>