ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2021
1 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya kantona Qamişlo li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrikê xwepêşandanekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dêrikê bi armanca şermezarkirina qetilkirina hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr xwepêşandanekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-YPG û YPJ'ê civînekê ji malbatên şehîdan re li stada bajarê Dirbêsiyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Civaka Demokratîk a Hesekê, merasîmê bîranîna şehîd Viyan Soran li navenda xwe ya li taxa Til Hecer li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Serokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo got: "Planên dewleta Tirk a dagirkirina Şengalê hewldana derbekirina hebûna gelê Kurd ji kokê ye û girêdayî plana tesfiyekirina pêkhateyên resen ên li Rojhilata Navîn e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Arşek Baravî destnîşan kir ku ENKS’ê amûreke di destê dewleta Tirk a dagirker de ye û  dewleta Tirk wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Baravî diyar kir ku ENKS’ê nûnertiya Kurd nake û mayîna wê di Îtîlafa Sûriyê de tê wateya hevşirîk û hevsûcê dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîran piştrast kirin ku gefên Erdogan ên li dijî Şengalê, hewldana tolhildana têkçûna artêşa dewleta Tirk a li Heftanînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên siyasetmedar hedefgirtina jinan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wê yên veşartî ve wek "hewldana têkbirina îradeya jinan" pênase kir, her wiha tekez kir ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ`ê da ku xurt bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Amadekar a Komxebata Duyemîn a Hiquqî a der barê sûcên ku li Efrînê dagirkirî pêk tê de, diyar kir ku ew ê komîteyeke herêmî û navneteweyî ava bikin da ku biryarên komxebatê bişopînin û amadekariya lidarxistina komxebatên li derveyî welat bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku binketina Komîteya Destûrî encama destwerdanên derve ye û got: "Divê destûreke nû were avakirin ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hebûna hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên herêmê re bûye cihê nerehetî û fikaran. Siyasetmedarên herêmê dibêjin, Rûsya li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî şerên ku li gundewarên Dêrazorê rû dan, binesaziya wê zêde zirar dît û 9 salan xizmetguzarî jê re nehat pêşkêşkirin. Lê dîsa jî li gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî hewldanên başkirina rewşa jiyanê didomin û Komîteya Şaredariyan ji bo başkirina rewşa herêmê ya îsal, plansaziyek pêşkêş kir. (BI WÊNE).

ANHA