Gel ji hebûna Rûsya û hikumeta Şamê bi fikar e

Hebûna hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên herêmê re bûye cihê nerehetî û fikaran. Siyasetmedarên herêmê dibêjin, Rûsya li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk tîne.

Gel ji hebûna Rûsya û hikumeta Şamê bi fikar e
1 sibat, 2021   03:26
KOBANÊ

Tevî peymanên agirbestê yên ku di 17 û 22`yê Cotmeha 2019`an de di navbera Amerîka, dewleta Tirk, Rûsyayê de hatin mohrkirin, lê ji 23`yê Mijdara par ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşberî çavên cîhanê û nuqteyên çavdêriyê yên hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin.

ꞌRÛSYA TENÊ JI BO XIZMETKIRINA AJANDEYÊN XWE KAR DIKE'

Ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê ya li hemberî van êrişan, şênî pirsa sedema hebûna Rûsya û hikumeta Şamê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Bertekên gelên herêmê yên li dijî dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve didomîn. Her wiha meşandina dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk red dikin.

/kr/uploads/files/2021/01/31/203305_-.webp

Siyasetmedar Dr. Bextiyar Muderis El-Hisên got, garantorê rûsî di radeya yekemîn de berjewendiyên xwe misoger dike, lê ji bo doza kurdî û doza her gelekî bindest tiştek pêşkêş nekiriye.

Dr. Bextiyar Muderis El-Hisên di nava gotinên xwe de bal kişand ser destwerdana navneteweyî ya ji kar û barên Sûriyê re û wiha gotinên xwe rêz kirin: "Li Sûriyê û di pêvajoya deh salên derbasbûyî de li dijî gelê Sûriyê hemû cureyên zordariyê hatin meşandin. Hemû dewletên ku destwerdana Sûriyê dikin, ji Îtîlafa Sûrî bigire û heta bi hemû dewletên zilhêz û hikumeta Şamê, di zilma li ser gelê Sûriyê tê meşandin de şirîk in."

Têkildarî rola Rûsyayê, El-Hisên destnîşan kir ku Rûsya di dîroka xwe ya berê û ya niha de ji bo doza kurdî tu pêgavên erênî neavêtine, berovajî vê yekê roleke neyênî lîst û got: "Niha, em ji ber lîstokên wê yên siyasî yên li ser hesabên gelên herêmê matmayî namînin, ji ber ku rejîma Rûsya xwe li ser dîktatoriyê ava kiriye û dê tu qenciyê neke."

ꞌHIKUMETA ŞAMÊ DI RÊVEBIRAINA ALOZIYÊN LI HERÊMÊN XWE DE BINKETÎ YE, WÊ ÇAWA HERÊMÊN DIN ÎDARE BIKE!ꞌ

Dr. Bextiyar Muderis El-Hisên der barê hewldanên hikumeta Şamê yên kontrolkirina herêmên nû de ev nirxandin kir: "Rejîma Sûriyê heta qirikê di nava alozî û pirsgirêkan de fetisî ye, ji ber nikare bersiva derbeyên ku Şamê dike armanc, bide, wê demê dê çawa van herêman bi rêve bibe. Ya din ka ew hêza ku van herêman bi rê ve bibe ku aboriya Sûriyê ew qasî hilweşiyaye û lîreya wê jî bi bin ketiye."

Dr. Bextiyar Muderis El-Hisên bi domdarî got: "Rûsya berê û niha jî dixwaze hikumeteke birçî û di bin kontrola wê de bimîne hebe, anku hikumeteke ku li gorî biryarên Rûsya tev bigere, lê hikumeteke  ew îdara xwe bike naxwaze, da ku berjewendiyên xwe bi rêya vê hikumeta binketî pêk bîne. Ji lew re heta niha piştgiriya hikumeta Şamê dike. Rûsya girîngiyê nade hilweşandina aboriya Sûriyê yan jî rewşa debarê ya welatiyên Sûriyê, ji bo tenê hikumeteke mirî, girêdayî wê bimîne û Şam jê re girîng e."

Çavdêrên ku rewşa Sûriyê dişopînin dibêjin, redkirina hikumeta Şamê ji tedbîr û pêkanîna guhertinan re, hişt ku rewşa Sûriyê bigihêje vê aloziyê, hikumet bi zihniyeta xwe ya berê ve girêdayî ye û dev jê bernade, mîna ku tiştek li Sûriyê çênebûye.

Hikumeta Şamê projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê înkar dike, hewldana têkbirina Rêveberiya Xweser dike û li bajarên Hesekê û Qamişlo jî şantejan çêbike, her wiha piştgiriya şaneyan veşartî dike û dixwaze ji hundir ve rêveberiyê têk bibe.

ꞌRÛSYA HEVKARÊ DEWLETA TIRK Eꞌ

Tişta ku li navçeya Eyn Îsayê ya ku nêzîkî nuqteyên Rûsyayê û hikumeta Şamê diqewime, îsbat dike ku peymana agirbestê bi cih naynin. Ji berRûsyaya ku diviyabû ku li herêmê garantora agirbesta bûya, wekî temaşevanekî li rewşê dinêre û li hemberî vê yekê dûrketina ji peymana Sochiyê jî heye.

/kr/uploads/files/2021/01/31/203355_-.webp

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed axivî û da zanîn ku di vê demê de Rûsya hewl dide Rêveberiya Xweser tengav bike, da ku neçar bibe ji Eyn Îsayê vekişe û dûvre radestî hikumeta Şamê bike.

Nîhad Ehmed eşkere kir ku Rûsya dixwaze gelek çûkan bi kevirekî bikuje, li aliyekî hewl dide zextê li Rêveberiya Xweser û QSD`ê bike û li aliyekî din jî dixwaze ji aliyên ku piştgiriya hikumeta Şamê dikin re xelas bibe û bi vî şeklî aliyekî sereke yê desthilata Sûriyê be.

Nîhad Ehmed her wiha got: "Hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ya hişk ve girêdayî ye. Ji 2011`an ve û heta roja îro xwe li paş oposîzyona Sûriyê vedişêre û ji gel re dibêje ku yan mana di bin hikumê Baas de yan jî di bin oposîzyona tundraw a terorîst de. Lê Rûsya xwe wekî rizgarkera vê rejîmê dibîne, ji ber ku yê yekane ye, ji ber felcbûna vê pergalê, çi aborî, çi leşkerî, çi jî piştgiriya gel, dikare daxwazên xwe bi cih bîne."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kirin: "Heta niha şênî bi hebûna Rûsya neraziye, divê Rûsya têkildarî vê yekê nêrîna xwe bibêje, di pêkanîna bendên peymana Sochiyê de em hevkar bûn û me nehişt ku şênî dewriyeyên hevbeş ên Rûsya-Tirkiyê asteng bikin. Lê êdî baweriya şêniyan bi hebûna Rûsya nemaye. Di esas de şênî ji derbasbûna artêşa Tirk a ku rojane li vir û deverên din zarokên wan qetil dike, nerazîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2cGuYU_4fSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>