'Hewldana dagirkirina Şengalê, planeke derbekirina hebûna gelê Kurd e'

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo got: "Planên dewleta Tirk a dagirkirina Şengalê hewldana derbekirina hebûna gelê Kurd a ji kokê ve ye û girêdayî plana tesfiyekirina pêkhateyên resen ên li Rojhilata Navîn e."

'Hewldana dagirkirina Şengalê, planeke derbekirina hebûna gelê Kurd e'
1 sibat, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Di dîrokê de li dijî kurdên Êzidî gelek fermanan pêk hatin ku hebûna wan hedef girt.

Herî zêde osmaniyan "Pîşeyên tirkên niha" komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. Dîrokzanan zêdetirî 101 komkujî belge kirine.

Di sedsala 20`an de Komeleya Îtîhad û Tereqî li dijî êzidiyan komkujî pêk anîn û êzidî der bi der kirin.  Hemwextî vê yekê, di sala 1915'an de li dijî Ermen û suryanên Asur qirkirin pêk anîne. Qirkirina herî dawî di sala 1918'an de, anku piştî 3 salan ji qirkirina Ermenan bû, ku osmaniyan bi serkêşiya Îbrahîm Paşa El-Frencî  pêk anîbû.

Piştre dewleta Tirk rêya osmaniyan a bi xwîn girt, êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên 2014`an li ser Şengalê, gefên niha yên Erdogan ên dagirkirina Şengalê û hedefkirina gelê wê, niyetên qirêj ên dewleta Tirk eşkere dikin.

ꞌJI DEMA OSMANIYAN VE SIYASETA LI DIJÎ ÊZIDIYAN BI DAWÎ NEBÛYEꞌ

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo diyar kir ku ji dema osmaniyan ve û heta roja îro siyasetên li dijî êzidiyan ranewestiyane, ji ber ku êzidiyan wekî xeteriyekê li ser xwe dibînin. Tozo got: "Êzidî koka kurdên resen e. Ji ber vê yekê û ji bo qirkirina gelê Kurd êzidiyan ne li Şengalê tenê, lê belê li her deverê dikin hedef."

ꞌJI BO HILWEŞANDINA CIVAKA KURDÎ JI HUNDER VE, SIYASETEKE TAYBET DAN MEŞANDINꞌ

Farûq Tozo destnîşan kir ku osmaniyan siyaseteke taybet ji bo hilweşandina civaka Kurd ji hundir ve pêk anî, ev siyaset afirandina nakokiyan di navbera kurdên Êzidî yên ne Êzidî (Muslimanan) de  ye û wiha pê de çû:"Osmaniyan hin kesên Kurd ên Musilman erkdar dikirin ku fermanên li dijî gelê Êzidî pêk bibin.  Ev yekê  gelek zirar gihand kurdan. Di heman demê de di navbera kurdên Êzidî û kurdên din de rewşeke mîna nefretê derxistin, nexasim ku ola re bi kar anîn û xwe wekî parêzvanên ola îslamî nîşa dan."

Êzidiyan gotina "Ferman" ku hemwateya pêngavên qirkirina komî  ye bi kar anî. "Ferman" gotineke tirkî ye, tê wateya "Biryaran" anku biryarên ku ji sultanên Osmaniyan dihatin girtin da ku êzidiyan qir bikin.

Li gorî belgeyên lêkolîneran; 161 ferman li dijî êzidiyan hatine pêkanîn, her wiha siyasetên koçberkirinê hatin meşandin, ji wê zêdetir, 15 fetweyên fermî yên qetilkirina êzdiyan hatin derxistin.

Der barê armanca dewleta Tirk a dagirkirina Şengalê de,  Farûq Tozo got: "Heke mirov hinekî li destpêka avabûna çeteyên DAIŞ`ê vegere, dê dibîne ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan piştgiriya çeteyan kiriye û berê wan diyar kiriye. Ji ber ku armanca dewleta Tirk a dagirker veşartina dîrok û şaristaniya herêmê ye, destpêkê deverên dîrokî wekî  Tedmur a  Sûriyê, Musil û muxezxeya  wê ya navdar a li Iraqê kirin armanc. Ev mijar ji bo Şendalê yê jî ku xwedî dîrok û çandeke kevnar e."

ꞌDEWLETA TIRK DIXWAZE DÎROKÊ VEŞÊRE Û LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE BI BÎR BIXEꞌ

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê îşaret bi girîngiya stratejîk a mezin a Şengalê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Dema em behsa Şengalê dikin, em behsa çand û foklor kurdî ya resen dikin.  Her wiha çiyayê Şengalê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Êrişa dewleta Tirk a di Adara 2018'an de ya li ser şûnwarên Eyn Darê yên li Efrînê hewldanên wê yên veşartina dîroka herêmê îsbat dike, ku ji dewleta Tirk û osmaniyan re tenê xwîn heye, jixwe wan ji xwe re ev dîrok çêkiriye.

ꞌDEWLETA TIRK DIXWAZE ÇANDA HERÊMÊ TÊK BIBEꞌ

Tozo diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê êzidiyan, di hemand demê de dixwaze tevahî çandên kevn ên li herêmê tune bikin û got: " Çerkes, Ermen, Suryan, Asûr û Tirkumen jî kirin hedef. Dewleta Tirk bi hovîtiya xwe tê naskirin, lê êrişên DAIŞ`ê yên dawî yên li dijî êzidiyan hişt ku berê her kesî bi lêgerîna li dîroka êzidiyan vebe da ku rastiyê êriş û gefxwarina li dijî wan nas bikin."

Farûq Tozo eşkere kir ku ji ber DAIŞ`ê nekarîn mîrateya Kurd a resen hilweşînin, dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewldana pêkanîna vê planê dike û got: " Madam em hene dê dewleta Tirk negihêje armanca xwe."

Tozo bal kişand ser piştgiriya êzidiyan a ji gelê herêmê re û wiha gotina xwe dewam kir: "Di pêvajoya dîrokê de hemû pêkhateyan alîkariya hev kirin, mînak lîderê êzidiyên Şengalê Hemo Şero qebûl nekir ermeniyên ku xwe li wî girtin radestî osmaniyan bike. Ji ber vê yekê artêşa osmaniyan li çiyayê Şengalê dest bi hemleyeke leşkerî kir û li dijî Hemo Şero cezayê darvekirinê birî. Tiştên ku dihêlin ev pêkhate xwe li hev bigirin ji tiştên ku wan dûrî hev bixin pirtir e. Ji lew ra divê em dewleta Tirk ji xwe re xetere bibînin, ji ber ku dewleta Tirk pirrengiyê red dike, nebûna pêkhateyekê ji bo me û ji  boherêmê tiştekî neyinî ye û dê valatiyên mezin çêke."

Hemo Şero ji kesayetên navdar ên êzidiyan bû, di serdema osmaniyan de lîderekî Çiyayê Şengalê bû.  Hemo Şero 200 malbatên Xiristiyan û hezar malbatên Ermen ji pencên osmaniyan xelas kirin û qebûl nekir wan redest bike. Ji ber vê yekê osmaniyan li dijî wî gelek hemele pêk anîn û cezayê darvekirinê lê birî.

Hevserokê Mala Êzidiyan a li Herêma Cizîrê Farûq Tozo destîşan kir ku osmaniyan di demê berê de eşîrên êzidiyan ên mezin ên ku li Kurdistanê xwedî serwerî bûn, kirin armanc, ji ber ku didîtin ku ew eşîre bandorê li planên wê yên dagirkirinê kirin, lew re êriş li dijî wan pêk anîn û gundên wan wêran kirin. Tozo li ser vê yekê "Êzidiyên Welatê Xalta" yên ji aliyê leşkerên osmaniyan ve azar dîtin, bi bîr xist û wiha axaftina xwe domand: "

Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 365 gundên êzidiyan ên eşîrên Xalta diman. Di salên 1915`an û 1916`an êrişên qirkirina li hemberî wan hatin kirin, ji ber ku osmaniyan dizanîn ku ev gund siyaseta wê pêk naynin û hebûna wan wekî xeterî li ser planên xwe didîtin. Ji lew ra divê em gefên dewleta Tirk baş bizanin ku ne ji niha ve ne û ji dîrokê dersan derxin."

ꞌDEWLETA TIRK JI ZANEBÛNA ÊZIDIYAN DITIRSEꞌ

Tozo diyar kir ku dewleta Tirk ji zanebûna mezin a nifşên nû yên êzidiyan ditirse û rastiya avakirina baregehên dagirkeriyê yên li herêma Başîqa, derveyî stratejiya wê. Tozo destnîşan kir ku di nav êzidiyan de Başîqa bi mezintirîn herêmên ku rewşenbîr û zanyarên êzidî jê derketine tê naskirin, her wiha rêjeya kesên ku bawernameyên zanîngehê wergirtine bilind e.

Di 22`ê Çileyê de Erdogan bersiva pirsa rojnamevanekî ya der barê serdana Wezîrê Parastina yê Tirkiyê Hulusî Akar ji Iraqê re dabû û got: "Dibe ku em ji nişka ve di şevekê de bên."

ꞌDIVÊ JI BERÊ BÊTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Farûq Tozo diyar kir ku hejmara êzidiyan li çiyaya Şengalê pir e, lê sedema ku hişt çeteên DAIŞ'ê êriş bikin ew bû ku xwe bi rêve nedibirin û îradeya wan ji dest wan hatibû xistin.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo di dawiya axaftina xwe de got: "Lê rewşa niha cudatirî beriya êrişan e, ji ber ku êzidiyên Şengalê rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe yên leşkerî yên tabyet ava kirin, her wiha çalakiyên wan ên dîplomatîk pir in, ji ber vê yekê divê hêza xurtir bikin, li rêbazên xwerêxistinkirinê bigerin û bi vê yekê dê wate ji gefan re nemîne.

(eh)

ANHA