Jinên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin

Jinên ji Efrînê gotin, şêniyên Efrînê xwediyê vîna azad e, dev ji xaka xwe bernedin û dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.

Jinên Efrînê: Em ê li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin
31 ÇILE, 2021   02:17
HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 23`yê vê mehê de li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî û di encamê de 4 kes şehîd bûbûn, jê jî jinek û du zarokan hebû.

Der barê vê yekê de şêniyên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê axivî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2021/01/30/211223_-.webp

Şêniya bi navê Ewaş Mihemed axivî û wiha pirs kir: "Dewleta Tirk çi me dixwaze, ma komkujiyên ku li dijî Efrînê pêk anîn têrê nake ku li Şehbayê jî sûcan pêk tîne?"

ꞌZAROKÊN ME LI HEMBER DIJMIN MERTAL INꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/30/211131_-.webp

Şêniya bi navê Fîdan Tofan a ji Efrînê ku li bajarê Helebê dimîne got: "Dijmin nikare vîna gelê Kurd bişkîne, ji ber  ku şêniyên Efrînê mafdar in û dê zarokên wan li hember dijmin mertal bin.  Ji ber ku wan fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh û vî fikirî civakji bindestiyê rizgar kiriye."

Fîdan Tofan gotina wiha bi dawî kir: "Em Efrînê ji bîr nakin û nikarin ji bîr bikin jî. Ji ber ku êşek di dilên me de hiştiye û heta ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar nebe dê ji dilên me dernekeve. Ji lew re em ê berxwedana xwe berdewam bikin."

ꞌHETA VEGERÊ EM Ê LI BER XWE BIDINꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/30/211150_-.webp

Li aliyekî din jî Leyla Elî Ehmed axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî koçberên Efrînê yên li kampan dimînin kir û wiha got: "Şêniyên Efrînê bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û ji ber sûcên dewleta Tirk berê xwe da kampên koçberan ên li Şehbayê, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker sivîlên ku xeta berxwedanê ji xwe re kirine bingeh, dike armanc û komkujiyan li dijî zarok û jinan pêk tîne."

Leyla Elî Ehmed wiha gotinên xwe dewam kirin: "Ev ne carê yekê ye ku dewleta Tirk êrişî bajarokê Til Rifetê dike, beriya niha jî di 2`yê Kanûna 2019`an de li dijî Til Rifetê komkujiyek pêk anî, di encamê de 8 kes ku piraniya wan zarok bûn şehîd bûbûn. Em vê komkujiyê ji bîr nakin. Niha jî wan komkujiyan dubare dike, 4 kes şehîd bûn û piraniya wan zarok û jin bûn."

Leyla Elî Ehmed di dawiyê de da zanîn ku şêniyên Efrînê xwediyê vîna azad in, erdê xwe ji dagîrkeran re nahêlin û dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jEb0Nmpb0nU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>