​​​​​​​Parêzvanên mafên mirovan xwest biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er betal bibe

Parêzvanên mafên mirovan û zanyarên ji Ewropayê nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand û xwest biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er were batalkirin û diyar kir ku divê cezayê îdamê li Başûrê Kurdistanê bi temamî bê rawestandin.

​​​​​​​Parêzvanên mafên mirovan xwest biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er betal bibe
31 ÇILE, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi îdiaya ku di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê endamê MÎT'ê Osman Kose kuştiye, rêveberiya Hewlêrê cezayê îdamê dabû Mazlûm Dag û Abdurrahman Er.

Li gel bangên malbatên her du ciwanan ên ji bo betalkirina cezayê îdamê û nameya ku ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re şandin, kampanyayeke îmzeyan jî dest pê kiribû.

Bi pêşengiya Yekitiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) û Lîga Mafên Mirovan a Swîsreyê (LSDH) komek ji parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û zaynaran nameyek ji serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand. Name bi rêya nûnertiya rêveberiya Hewlêrê ya li paytexta Swîsreyê Bernê hate şandin û gelek kesayetên ji welatên cuda yên Ewropayê mohra xwe danî binê nameyê.

‘CEZAYÊ ÎDAMÊ BETAL BIKIN'

Di nameyê de ji rêveberiya Hewlêrê hate xwestin ku biryara îdamê ya li dijî Mazlûm Dag û Abdurrahman Er bê betalkirin, her wiha ji rêveberiya federe hate xwestin ku qanûnên li ser cezayê îdamê yê li destûra bingehîn biguherîne.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku darvekirina her du ciwanên Kurd wê were wateya binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî û hate gotin: "Di heman demê de eger îdam pêk were wê aloziya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê girantir bike û ev jî wê were wateya têkçûna aştî û aramiya nava Kurdan."

Di nameyê de belavokên Neteweyên Yekbûyî yên li ser bicihneanîna cezayê îdamê hatin bibîrxistin û hate ragihandin ku ne tenê Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, divê cezayê îdamê yê li Başûrê Kurdistanê bi temamî bê rawestandin.

Kesên ku name îmze kiriye, wiha ne: Franco Cavalli, Dick Marty, Jean Ziegler, Fabian Molina, Fehlmann Rielle, Carlo Sommaruga, Ragıp Zarakolu, Malik Özden, Deniz Arbet Nejbır, Jamshid Pouranpir, Thomas  Schmidt, Engin Sustam, Darren Dinsmore, Brice Dickson, Cahal Mclaughlın, Brian  Jack, Martin Regan, Zeynep Kurban, Gillian Mcnaul, Alfred de Lleida, Paul Temptan, Adam Harkens.