Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin

Îro şêniyên Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir El-Hemûd li Goristana Şehîdan a li Şedadê veşart. Saziya Malbatên Şehîdan jî nasnameyên 11 şehîdên din eşkere kirin.

Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate veşartin û nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin
31 ÇILE, 2021   14:00
HESEKÊ

Bi dehan erebeyên ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandan, ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a li Hesekê ber bi Goristana Şehîdan Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin. Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim El-Elî axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

El-Elî wiha got: “Çete hewl didin aramî û ewlehiya li herêmên me têk bibin. Divê em hevgirtî bin da ku em fikirên çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê tune bikin. Divê her kes destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze. Em soz didin şehîdan ku heta bidestxistina azadiyê, em ê rêya wan bişopînin.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Cewhera El-Ebid jî axivî û destnîşan kir ku qetilkirina Hind û Seîda, nîşaneya lawazbûna çeteyan e û têkçûna hewldanên wan ên şikandina vîna jinan e.

Nacî Nicûm jî bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê axivî û diyar kir ku dê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Piştre, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec wesîqeya şehîd Xidir El-Hemûd xwend û radestî malbata wî kir û cenazeyê şehîd Xidir El-Hemûd hate veşartin.

Saziya Malbatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li cih û demên cuda şehîd bûne, eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne: Feysal El-Silêman, Rakan El-Erbîd, Xalid El-Hesen, Îsa Sultan, Xêrallah Şêx, Farûq Hebîl, Ayiş El-Elî, Mûnîr El-Xelîf, Ebdulrehman El-Hesen, Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr.

 (cx)

ANHA