Endamên Dîfaa El-Wetenî êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin

Endamên Dîfaa Wetenî îro di saetên nîvro de li bajarê Hesekê ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Endamên Dîfaa El-Wetenî êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin
31 ÇILE, 2021   10:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji ragihand ku endamên Dîfaa El-Wetenî li taxa Merşo ya Hesekê êrişî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku ji bo ku di navbera Hêzên Ewlekariyê û endamên Dîfaa El-Wetenî de şer dernekeve heta kêliya amadekirina vê nûçeyê bersiva êrişê nedane.

Endamên Dîfaa El-Wetenî beriya demekê jî li bajarê Qamişlo û Hesekê ên herêma Cizîrê  êrişî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribûn. 

Ev êrişên endamên Dîfaa El-Wetenî hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsa û hedefgirtina serokeşîrên Dêrazorê pêk tên.

ANHA