Rêveberiya Sotemeniyê sedemên nebelavkirina miqdareke din a mazotê diyar kir

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber ku piştgiriyê didin cotkaran, di dema niha de nikarin miqdareke din a mazotê belav bikin.

Rêveberiya Sotemeniyê sedemên nebelavkirina miqdareke din a mazotê diyar kir
29 ÇILE, 2021   08:25
REQA- XALID EL-CUMA

Di demên dawîn de li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka kêmbûna mazotê derket û şêniyan xwest ku miqdareke din a mazotê bê belavkirin.

Li ser mijarê hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq Mihemed daxuyand ku wan niha miqdareke din a mazotê ji bo piştgiriya mewsima çandiniyê ya zivistanê belav kirine. Ji ber wê yekê niha nikarin miqdareke din a mazotê belav bikin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22`ê Hezîrana 2020`an de biryarnameyek derxistibû û tê de ji bo her malbatekê 660 lîtreyên mazotê diyar kiribû. Rêveberiyên Sotemeniyê li hemû herêman ji bo her malbatekê 440 lîtreyên mazotê belav kir. Di biryarnameyê de hatibû gotin heke derfet hebin dê 220 lîtreyên mayî jî li şêniyan belav bikin.

Mihemed got: “Mewsima genim ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e, ji ber vê yekê em niha mazotê li cotkaran belav dikin.”

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku gelek gilî ji wan re hatine û wiha dewam kir: “Hin malbatan tenê 220 lître mazot wergirtin. Yên ku tenê ew miqdar wergirtine dikarin serî li rêveberiya sotemeniyê ya li herêma xwe bidin û karta ku îsbat dike ku tenê bermîleke mazot standiye pêşkêş bike, li gorî wê dê 220 lître mazot ji wan re bê dayîn.”

Rêveberiya Sotemeniyê ji bo hêsankirina pêşkêşkirina mazotê û belavkirina wê bi awayekî hevseng li ser hemû şêniyan, kartên taybet derxistibûn.

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku tenê hinek herêm li bajarê Reqayê mane ku tenê 220 lîtreyên mazotê wergirtine û got: “Em niha hewl didin miqdara mayî jî belav bikin da ku wekî herêmên din 440 lître bên belavkirin.”

(cx)

ANHA