Jinên Dêrazorê: Dengekî dibirin, bi hezar deng bang dikin

Jinên çalakger ên ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê gotin ku çeteyên DAIŞ`ê dengek birîn, lê dengê bi hezaran jinên azadîxwaz bilind bû. Jinan diyar kirin ku DAIŞ û dewleta Tirk hewl didin Rêveberiya Xweser û vîna jina bi hêz têk bibin, ji ber ku ji jinên rêxistinkirî ditirsin.  

Jinên Dêrazorê: Dengekî dibirin, bi hezar deng bang dikin
29 ÇILE, 2021   08:10
DÊRAZOR-FATIMA EL-EBD

Çeteyên DAIŞ`ê di 22`yê vê mehê de Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayîr a li navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û Cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kir.

Jinên çalakger ên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ev sûc şermezar kir.

ꞌDENGEKÎ DIBIRIN HEMÛ ŞIYAR DIBINꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/29/061055_ahd-aldkhyl.webp

Têkildarî mijarê Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Hecînê Huda El-Dexîl axivî û sûcên li dijî Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kir û got :"Em wekî jinên li xeta rojhilat sûcê li dijî jinên têkoşer şermezar dikin."

Huda diyar kir ku sûcên li dijî van jinan rola jinan a di avakirina aştiyê de dike armanc û wiha axaftina xwe dewam kir: "Sûcê qetilkirina jinan ne tenê ji bo qetil bike, di heman demê de ji bo rola jinan, azadî û keda wê ya di xwepêşxistinê û rêvebirina civakê de jî têk bibin."

Huda destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî jinan îsbat dike ku ji jinên birêxistinkirî ditirsin û hewl dide fitneya derxîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe da ku vîna jina azad bişikîne.

Huda bi domdarî got: "Heger dengek birî, lê dengê hemû jinên azad bilind kir û van xalên li jêrê destnîşan kirin:"Em soz didin ku em ê heta pêkanîna armancên wan û avakirina civakeke demokrat û azad şopdarên rêya şehîdan bin û di vê der barê de bang li civaka navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan û jinan bi taybet dikin, ku li hemberî sûcên li dijî jinan bisekinin."

ꞌRÊVEBERIYA XWESER MAFÊN JINAN DAN WANꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/29/061030_ahd-almrkaz.webp

Li aliyekî din jî Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Merkaz axivî û sersaxî ji xwe re û ji malbatên her du şehîdan Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr re xwest.

Ehed wiha gotinên xwe rêz kirin: "Em wekî jinên xeta rojhilat vî sûcê hovane ku her du rêveber kir armanc şermezar dikin û dibêjin ku ji ber Rêveberiya Xweser mafên jinan dan wan, ji berê yekê çeteyan ev sûc pêk anî û xwest vîna jinan têk bibe."

Ehed bal kişand ser armanckirina jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin û wiha gotina xwe dewam kir:" Jin dikare isbata xwe bike û fikirê xwe pêş bixe û ev jî bandoreke neyînî li planên dewleta Tirk û çeteyên wê dike."

Ehed da zanîn ku ev sûc nikarin vîn û israra wan têk bibe, berovajî vê yekê hişt ku hîn zêdetir rêya azadiyê berdewam bikin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji sûcên li dijî jinan pêk tên deynin.

'ARMANC RÊVEBERIYA XWESER Eꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/29/060944_zhrh-alshahr.webp

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê El-Şafa ya rojhilatê Dêrazorê Zehra El-Şahir axivî û qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr a navçeya Deşîşa şermezar kir û got: "Em wekî jin û endamên saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van sûcan disekinin.

Zehra bang li rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku yekitiya xwe çêkin û piştgiriyê bidin jinan, ji ber ku jin kevirê bingehîn ê civakê ye.

Zehra El-Şahir wiha axaftina xwe qedand:"Dagirkeriya Tirk hewl dide derbasî erdê Sûriyê bibe, aramiyê û ewlehiya wê têk bibe û şerê Rêveberiya Xweser bike û dixwaze rasterast destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

(eh)

ANHA