Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê plana piştgiriya cotkaran didomîne

Komîteya Çandinyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebatên xwe ji bo piştgiriya projeyên çandinyê didomîne. Hejmara projeyên ku sûd ji mazotê wergirtine gihaşt hezar û 547 projeyên çandinyê.

Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê plana piştgiriya cotkaran didomîne
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê plana piştgiriya cotkaran didomîne
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê plana piştgiriya cotkaran didomîne
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê plana piştgiriya cotkaran didomîne
29 ÇILE, 2021   08:43
DÊRAZOR

Di nav bernameya piştgiriya cotkarên li Dêrazorê de û li gorî plansaziya mewisma çandiniyê ya zivistanê, mazot dê ji projeyên çandinyê re, were pêşkêşkirin.

Li gorî mekanîzmaya belavkirina mazotê, divê cotkar destpêkê kertan li Gerînendeya Çandiniyê ya bajarokê Hecînê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bigirin.

Di çarçoveya plansaziya heyî de, wê destek ji cotkarên gundewarên rojhilat re ji bajarokê Hecînê bigire heta bigihêje Baxozê were belavkirin.

Mafê cotkaran heye ku ji bo her donimekê 7 lître mazot bi buhaya 75 lîreyên Sûriyê bigirin.

Li gorî rêveberiyên Gerînendeya Çandinyê, hejmara projeyên çandinyê gihaşt hezar û 547 projeyên ruxset girtî; ji wan 700 proje mafên xwe standine. Her wiha gerînendeyê di her hefteyekê de rojên yekşem û pêncşem eyar kirine da ku cotkar par an jî mafên xwe bigirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku li gorî plansaziya diyarkirî ya Gerînendeya Çandinyê, ji bo pêşxistina warê çandiniyê li herêma Dêrazorê dê di mewsimên bê de semad û tov jî  pêşkêş bike.

(dm)

ANHA