Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?

Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagîrker ên li ser Şengal û Dêrikê, tevgereke leşkerî ya biguman a çekdarên PDK'ê li herêmên sînor ên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de heye.

Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
Li Pêşxabûr û xeta sînor çi diqewime?
29 ÇILE, 2021   00:38
QAMIŞLO-ISAM EBDULLAH

Bi zêdebûna asta gefên dewleta Tirk a dagîrker ên li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, tevgerên hêzên girêdayî PDK`ê li ser sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de zêde bûn. Hêzên PDK`ê xendekan dikolin, hejmara nuqteyên leşkerî, qereqol zêde kirin û sewqiyatên leşkerî û çekên giran bi cih kirine.

`JI ÎLONÊ VE TEVGERÊN PDK`Ê LI SÎNOR BERDEWAM IN`

Gelek şêniyên gundên herêma Dêrikê yê li beramberî sînorên bi Başûrê Kurdistanê re pirştrast kirin ku ji Îlona par ve tevgerên leşkerî yên PDK`ê li herêmê zêde bûne.

Şêniyan diyar kirin ku PDK`ê gelek nuqte, qereqolên din li seranserî sînor ava kirine û çekên giran anîne herêmê. Li gorî agahiyan, PDK`ê heta niha 40 nuqte û qereqolên leşkerî ava kirine, jê 10 li ser dirêjahiya sînorên bi Rojava re li herêma Pêşxabûr. 3 li sêgoşeya Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê.

`LI GUNDEKÎ KELDANIYA MAL HILWEŞANDIN, DAR QUT KIRIN DA KU BAREGEHEKÊ Û QADA PERWERDEYÊ AVA BIKIN`

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, hêzên PDK`ê li gundê Pêşxabûr ê Keldanî yê li Başûrê Kurdistanê yê li hemberî gundê Xanke yê li Rojava bi dehan dar û gelek malên şêniyên hilweşandin û li şûna wan baregeh û qadek ji bo perwerdeya leşkerî ava kirin. Li aliyekî din şêniyan destnîşan kir ku wan di perwerdeyan de sloganên bi zimanê erebî bihîstine. Ev yek pirsên girêdayî nasnameya kesên ku li wê baregehê tên perwerdekirin kî ne derdixin pêş.

Tevgerên biguman ên PDK`ê yên li ser xeta sînor hemwextî gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Rojava û serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ji Bexda û Hewlêrê re pêk hatin. Ev yek gelek pirsan derdixîne pêş.

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdurrehîm destnîşan kir ku li herêmên ser sînor, di vê dawiyê de PDK`ê hêzên xwe zêde dike, nuqteyên leşkerî ava dike, şêniyên herêmê jî ji van liv û tevgeran bi fikar in.

`TEVGERÊN PDK`Ê PIŞTÎ SERDANA WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ DEWLETA TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE ZÊDE BÛN`

Ebdurrhîm wiha domand: “Gelo armanca hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ji zêdekirina hejmara nuqteyên leşkerî û hêzên pêşmerge li ser sînor çi ye?. Ev tevger piştî gefên Erdogan ên pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser Şengal û Dêrikê û serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ji Bexda û Hewlêrê re ku di 19`ê Çileyê de û hevdîtina wî bi rayedarên hikumeta Başûr û Iraqê re pêk hatin."

Ebdurrehîm îşaret pê kir ku daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî dagirkirina herêma Şengalê û tevgerên zêde yên li ser sînorê gumanên şêniyên Rojava derbarê xwezaya rola PDK`ê di van tevgeran de çêdike.

Ebdurrehîm diyar kir ku şêniyên Dêrikê, heta vê kêliyê li rex Başûrê Kurdistanê bûn û got: " Law ra divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî planên dewleta Tirk bisekine û piştgiriya gelê Rojava bike. Ji ber ku dewleta Tirk û AKP`ê hebûna kurdan qebûl nakin û hewl didin herêmê dagir bikin. Her wiha dixwazin rêya di navbera xwe û heta Musilê de kontrol bikin da ku rê di navbera Başûr û Rojava de qut bikin.

Di dawiyê de Ebdurrehîm piştrast kir ku gelên herêmê bi axa xwe ve girêdayî ne û dê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, ji ber ku gelên herêmê rêya berxwedanê li hemberî gefên dewleta Tirk pejirandin.

(şx)

ANHA