DYA: Dewleta Tirk ji bo me û ji bo Ewropa çavkaniya fikarê ye

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA`yê Jake Solvan got ku dewleta Tirk ji bo DYA`yê û dewletên Ewropa çavkaniya fikarê ye.

DYA: Dewleta Tirk ji bo me û ji bo Ewropa çavkaniya fikarê ye
28 ÇILE, 2021   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Saman Yolo" ragihandin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê girîngiya şopandina Washingotinê ya ji bo dozên azadiyan û mafên mirovan destnîşan kir û got: "Hîn jî em gelekî bi fikar in, ji ber ku li Tirkiyê gelek lîsteyên tawanan li dijî kesayetên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedaran û karsaz hene. Her wiha gelek kesek ji aliyê dadgehê ve bi demên dirêj têne binçavkirin."

Rêveberiya Jeo Biden di yekemîn daxuyaniya xwe ya têkildarî dewleta Tirk de bang li hikumeta Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp kiribû ku rêzê ji biryarên dadgeha Ewropa bigire ku parastina mafên mirovan bike, siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û muxalifê tirkî Osman Kavla serbest berde.

(eh)