Malpereke îsraîlî: Istixbarata rojavayî operasyonek li Şamê pêk aniye

Di raporeke çapemeniyê de hate eşkerekirin ku cîhaza istixbarata rojavayî ser baregeha komeke girêdayî Feyleq El-Qudis a Îranê ya li Şamê de girtiye.

Malpereke îsraîlî: Istixbarata rojavayî operasyonek li Şamê pêk aniye
28 ÇILE, 2021   18:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera "Intelli Times" a Îsraîlê, serdegirtin beriya 4 mehan li taxeke bakurê Şamê ku 3 km dûrî qesra Beşar Esed dikeve, pêk hatiye.

Her wiha hate ragihadnin ku ev serdegirtin li dijî Yekîneya 840 a girêdayî Pasdarên Îranê yên li Sûriyê pêk hatiye.

Li gorî heman malperê, istixbarata Îsraîlê di Gulana 2019`an de hebûna Yekîneya 840 di Feyleq El-Quds de eşkere kiriye.

(şx)