Kazimî ragihand ku waliyê DAIŞ'ê yê Iraqê hate kuştin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku "Cîgirê xelîfe û waliyê Iraqê" yê çeteyên DAIŞ'ê hate kuştin.

Kazimî ragihand ku waliyê DAIŞ'ê yê Iraqê hate kuştin
28 ÇILE, 2021   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Kazimî di daxuyaniyekê de got "Gelê Iraqê heger soz bide wê sozê bi cih bîne, me soza bersiveke tund da çeteyên DAIŞ'ê yên teror û bersiva sozê ji aliyê lehengên me ve hate dayîn."

Kazimî bi domdarî got: "Lîderê koma şer ê ku navê cîgirê xelîfe û waliyê Iraqê di rêxistinê de li xwe dike, Ebû Yasir El-Îsawî di operasyoneke îstîxbaratî de hate kuştin."