Seida û Hind li Lubnanê hatin bi bîranîn

Kongreya Star û PYD`ê yên Lubnanê qetilkirina hevseroka Meclisa bajarokê Til El- Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî, civaka sivîl, NY û raya giştî kir ku sûcên li dijî jinan rawestînin.

Seida û Hind li Lubnanê hatin bi bîranîn
28 ÇILE, 2021   17:09
 BEYRÛT

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê derbarê mijarê de du  daxuyaniyên cuda dan.

Endama Kongreya Star Lava Bekir daxuyaniya kongreyê xwend.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Em ê dengê xwe li hemberî binpêkerên mafên jinan û mafên mirovan bilind bikin û em ê asta têkoşînê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên herêmê bi giştî û siyasetmedaran bi taybet mezin bikin.

Dewleta Tirk tevahiya cureyên sûcan li dijî jinan ji girtin, revandin, destavêtin pêk tîne. Bi taybet jinên têkoşer dike hedef. Bi rêya hedefgirtina wê armanc dike rê li pêşiya têkoşîna jinan bigire. Em vê sûcê bi tundî şermezar dikin. Ev yek bêçarêtiya dewleta Tirk a dagiker a li hemberî projeya neteweya demokratîk nîşan dide.

Em bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî, mirovî, civaka sivîl, Neteweyên Yekbûyî (NY) û raya giştî dikin ku sûcên li dijî jinan bidin rawestandin. Herêmên me yên dagirkirî werin rizgarkirin, penaber û koçber vegerin warên xwe. Em soza mezinkirina asta têkoşînê heta ku tevahiya jinên li herêmên dagirkirî azad dibin û tecrîda li rêber Abdullah Ocalan bi dawî dibe, didin.”

Girêdayî heman mijarê de, bi dehan endamên PYD`ê li naverasta paytexta Lubnanê Beyrûtê kom bûn û daxuyanî dan. Endama PYD`ê Îlham Şêxo daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2021/01/28/162126_c983a4c7-7a06-4cbe-88a0-fa205ec141ec.webp

PYD`ê di daxuyaniya xwe de qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Latîf El-Xidêr ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar kir û destnîşan kir ku sûcdarên vê bûyerê armanc dikin ewlehiya li herêmê têk bibin û vîna jina azad bişikînin.

Her wiha PYD`ê di daxuyaniya xwe de îşaretpê kir ku jinên ji pêkhateya Ereb di vê pêvajoya hesas de ji hêla zihniyeta mêran û zihniyat DAIŞ`ê ve têne hedefgirtin. Da rê têkoşîna wan asteng bike.

PYD`ê di dawiyê de ev yek bi lêv kir: “DAIŞ`ê ya ku fikrên xwe ji zihniyeta û kirinên pergala Tirk digire, du jinên azad Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr qetil kirin da ku vîna jina azad bişkînin. Ji dema ku pergala Tirk hewl dide projeya netewa demokratîk û biratiya gelan têk bibe ve, her roj jina azad dike hedef. Ji ber ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, jinan wek dijminê xwe yê bingehîn dibîne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KJG10g_mHIQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>