Li Helebê civîneke ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin

Meclisa Malbetên Şehîdan a Helebê civînek ji bo dayik, hevjîn, xwişk û keçên şehîdan li dar xist.

Li Helebê civîneke ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê civîneke ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê civîneke ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê civîneke ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
28 ÇILE, 2021   14:36
HELEB

Civîn li hola Elwan a herêma Şiqeyêf a bajarê Helebê hate lidarxistin. Hola civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankertên bi nivîsên "Jina zana jiyanê xweş dike", "Bi pêşengtiya Leyla em ê asta berxwedanê bilind bikin û bi rêbertî re azad bijîn", hate hildan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên Tevgera Jinên Ciwan Jînda Dilsoz perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan û nirxên şehadetê de xwend.

Beşdarên civînê diyar kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan ew bi aramî û ewlehî dijîn û zarokên wan bi zimanê dayikê perwerde dibin û gotin: “Şehîd Kemal, Xeyrî, Mazlûm Dogan û Sara, pêşengên têkoşîna me ne, wan rêya azadiya ji me re xêz kir û bi hezaran ciwanên Kurdistanê dan ser rêya wan."

Piştre rapora salane ya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê hevseorka meclise Roşîn Mûsa ve hate xwendin.

Civîn bi nîqaşên li ser girîngiya pêşxistina aboriya malbatên şehîdan, bi dawî bû.

(dx)

ANHA