Çeteyên dewleta Tirk ji eşîra Teyî 11 kes revandin

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 11 kesên ji eşîra Teyî li bajarokê Silok ê kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk ji eşîra Teyî 11 kes revandin
28 ÇILE, 2021   13:35
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên herêmî kesên ku hatine revandin 5 jin û 6 mêr in û ji malbata El-Wês a eşîra Teyî ya ji pêkhateya Ereb in.

Çavkaniyan diyar kir ku hemû kesên ku hatine revandin, ji taxa El-Hemîle ya Silokê ya dagirkirî ne. Her wiha hate zanîn ku hewleya çeteyan a revandinê berdewam dike.

(dm)

ANHA