Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê meşiyan û gotin: "Hebûna Hulusî Akar li Başûrê Kurdistanê tê wateya hebûna planake nû ji bo qirkirina gelê Kurd."

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
28 ÇILE, 2021   15:08
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi pankartên "Em ê li hemberî dagirekriya Tirk bisekinin" û "Ji dagirkeriyê re na, dem dema azadiyê ye" li pêşiya navenda Ciwanên Şoreger kom bûn.

Şêniyan ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ber bi qada Şehîdan ve meşiyan û bê navber diruşmeyên "Ji xiyanetê re", "Em ê li ber xwe bidin" û "Bijî berxwedana QSD'ê" berz kirin.

Meş li qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, li ser navê pêkhateyê Dirbêsiyê Abdullah Hiso axivî û got ku PDK'ê berjewendiyên xwe û ajnîdeyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd digire.

Hiso her wiha got: "Ev yek di serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar de diyar dibe, ku careke din ji bo firtoneke beşek ji xaka Kurdistanê plan dikin."

Abdullah Hiso, pirsa serdana Akar ji bo Başûrê Kurdistanê kir di demekê de ku Erdogan gefên êrişê li ser Şengal û Dêrikê dixwe û destnîşan kir ku serdana Hulusî Akar ji bo Başûrê Kurdistanê tê wateya qetilkirina gelê Kurd.

Hiso di berdewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku xwe ji siyasetên ku xizmeta gelê Kurd nake biparêze, her wiha bang li hêzên Pêşmergeyên PDK'ê kir ku " Li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker a ku her tim hewl dide gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qir bike, li hesabên xwe vegere."

Abdullah Hiso di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Mîtîng bi diruşmeyên banga yekitiya kurdî û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA