Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber koronayê jiyan xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber koronayê jiyan xwe ji dest da
28 ÇILE, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa koronayê ketine 9 mêr û 4 jin in û ji van bajaran in:

Hesekê: 1
Qamişlo: 2
Dêrik: 1
Reqa: 3
Tebqa: 3
Dêrazor: 3

Ciwan Mistefa diyar kir ku 7 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 463 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 210 kes jî baş bûne.

(dm)