Mijarên komxebata hiqûqî ya duyemîn a têkildarî Efrînê

Komîteya amadekar a komxebata hiqûqî ya duyemîn ku tê payîn di 30`ê Çileyê de bê lidarxistin, bernameya kar a komxebatê û mijarên ku dê bên nîqaşkirin, eşkere kirin.

Mijarên komxebata hiqûqî ya duyemîn a têkildarî Efrînê
28 ÇILE, 2021   12:45
QAMIŞLO

Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê amadekariyên lidarxistina komxebata hiqûqî ya duyemîn a der barê rewşa Efrînê ya dagirkirî de dikin ku tê payîn di 30`ê Çileyê de bê lidarxistin.

Komxebata hiqûqî ya yekemîn di 6`ê Gulana 2018`an de hatibû lidarxistin û tê de rewşa kantona Efrînê ya dagirkirî hatibû nîqaşkirin. Komxebat ji aliyê gelek rêxistinên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû birêxistinkirin û hiqûqnasên li ser asta cîhanê beşdar bûbûn. Bi rêya wê komxebatê civaka navneteweyî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine, hate agahdarkirin.

Komîteya amadekar a duyemîn komxebata hiqûqî, vexwendname ji gelek alî û kesayetan re şandin.

Armanca komxebatê ew e ku bale bikişînin ser sûc û binpêkirinên li herêmên Efrînê yên dagirkeriya Tirk û nêrîn û pêşniyarên hiqûqnas û beşdarên komxebatê bên girtin. Her wiha nameyek ji bo deste û aliyên navneteweyî û welatên têkildarî kar û barên Sûriyê re bê şandin da ku dagirkeriyê bi dawî bikin û koçber vegerin warê xwe.

Dê nîqaşên komxebatê bi zimanên erebî û îngilîzî bên kirin. Dê pisporên qanûnên navneteweyî û gelek rêxistinên hiqûqî û mirovî jî beşdar bibin. Her wiha dê lînkên beşdarbûnê beriya lidarxistina komxebatê bi rêya înternetê bên şandin.

Komxebat dê li ser 3 beşên sereke bi rê ve biçe; ya yekemîn têkildarî taybetmendiya sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li gorî qanûnên navneteweyî de, binpêkirinên li dijî jinan li Efrînê û rêbazên qanûnî ji bo hesabxwestina van sûcan li gorî qanûnên navneteweyî û dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve.

Li gorî bernameyê dê têkildarî rewşa mirovî ya li Efrînê û herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora dagirkeriyê li ser îstiqara herêmê, hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebid Hamid El-Mehbaş biaxive.

Her wiha dê raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê li ser binêkirinên li Efrînê bê pêşkêşkirin, dê rojnamevan û muxalîfê Sûriyê Xesan Îbrahîm jî balê bikişîne ser rewşa herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û bi taybetî herêma Efrînê.

Her wiha dê li şahidiya 3 qurbaniyên dagirkeriyê yên ji Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li dijî wan sûc pêk anîne, bê guhdarîkirin.

BEŞA YEKEMÎN

Taybetmendiya sûcên ku hêzên dewleta Tirk û komên cîhadîst ên girêdayî wan li Efrînê pêk tînin, li gorî qanûnên navneteweyî, ji aliyê pisporê lêkolînên aştiyê-çareserkirina şerên çekdarî-London Dr. Azad Dîwanî ve bê şîrovekirin.

Her wiha dê şêwirmendê qanûnî û rêveberê giştî yê Saziya Mait a Aştî û Pêşxistinê û Mafên Mirovan-Misir parêzer Eymen Eqîl behsa taybetmendiyên sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadîst li Efrînê bike.

BEŞA DUYEMÎN

Binpêkirinên ku li Efrînê li dijî jinan ji hêla dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine kirin, her wiha rêbazên yasayî yên ji bo cezakirina berpirsên van sûcan li gorî yasaya navneteweyî ji hêla parêzera ku dîplom di warê yasaya navneteweyî û dîplomatîk de wergirtiye, herwiha endama Meclisa Şêwirmendiyê ya Jinan yê girêdayî şandeyê taybet ji bo Sûriyayê, serokê Komîteya Sûriyê ya ji bo kesên girtî û revandî li Viyana Mecidwilîn Hesen vî beşê şirove bike. 

Kurtedîtinek ji hêla parêzer Ehmed Receb Şheta Mehmûd Ebû-Rîşê, hîndekarê zanîngeha Hiqûq El-Îskenderiya, endama Yekîtiya parêzerên Ereb- Misir, der barê binpêkirinên ku li Efrînê li dijî jinan ji hêla dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatiye kirin, herwiha rêbazên yasayî ji bo cezakirina berpirsên van kiryaran li gorî yasaya navneteweyî, dê were kirin.

BEŞA SÊYEMÎN

Di beşê sêyemîn de, dê parêzerê di Komeleya Brukselê de, pisporê qanûna sûcan di qanûna navneteweyî, Ewrpoayê û Belçîkayê de û pirsporê qanûna navneteweyî ya mirovî-Bruksel, parêzer Jan Vermont behsa dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve (sûcê dagirkirinê li gorî qanûnên navneteweyî) bike.

Her wiha dê sekreterê giştî yê Komeleya Parêzerên Misirê û endamê rêveberiya Yekitiya Parêzerên Ereb-Misir Dr. Ebû Bekir Dewa li ser sûcê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, şîrove bike.

(cx)

ANHA