Mamoste: Yekitî bendeke xurt li hember gefên dewleta Tirke

Mamosteyên bajarê Hesekê diyar kir ku dagirkirina dewleta Tirk û gefên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefxwarina dagîrkirina herêmên din, ji ber tinebûna yekitiya di navbera partiyên kurdî de ye.

Mamoste: Yekitî bendeke xurt li hember gefên dewleta Tirke
28 ÇILE, 2021   06:58
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Piştî serdana dawî ya wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar a ji Bexda û Hewlerê re û hevdîtina wî ya bi berpirsan re, gefên nû yên dewleta Tirk ku êrişî Şengal a başûrê Kurdistanê û herêma Dêrikê ya Rojava bike derketin holê. Weke êrişên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dagîrkirina wan. Gelên Sûriyê baş nas kir ku armanca dewleta Tirk ji dagirkirina rûbereke diyarkirî ji erdnîgariyê têkbirina projeya netewa demokratîk û Rêveberiya Xwsere  e ku bûye mînaka demokratiyê ya li cîhanê.Mamosteyên bajarê Hesekê ji ANHA`yê re diyar kir ku sedema gefên dewleta Tirk li ser herêmê tinebûna yekitiya di navbera partiyên siyasî yên kurdî de ye ku dê bendeke xurt li hember hêviyên Osmaniya nû be.

Endama Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Hesekê Medya Elî got gefên li ser herêmê komplo û planeke nû ya ji aliyê dewleta Tirk ve û armanca wê îradeya gelên herêmê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bişkîne, projeya netewa demokratîk têk bibe û gelên herêmê parçe bike.

Medya Elî destnîşan kir ku tu kes nikare îrade û hêza wan bişkîne, ji ber xwe li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava kirine, dê berfireh belav bikin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Medya Elî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê red kir û wiha axivî: "Em gefên li ser herêmên Kurdistanê qebûl nakin. Em ê asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin heta em xaka xwe rizgar bikin û xeteriya li ser herêmên me têk bibin. Weke Rêber Abdullah Ocalan gotiye; emê bi pênûsa xwe li hember hemû êrişan bisekinin."

Ji rêveberên Komîteya Şopandinê ya Rêveberiya Giştî ya dibistanan Albîn Ehmed destnîşan kir ku tunebûna yekitiyê derfetê dide dewleta Tirk ku destên xwe dirêj bike û destwerdana karûbarên hundirîn bike. Albîn Ehmed bang li hemû partiyên kurdî kir ku li hember dijminê Osmanî bisekinin, ji ber yekitî dê bendeke xurt li hember çavnebariya wan be.

Ji rêveberên Komîteya Çalakiyan Nesrîn Seîd bal kişand ser şêwazên şerê taybet ku dewleta Tirk bi kar tîne da ku gelên herêmê parçe bike, fitneyan di nava wan de derdixe. Nesrîn teqez kir ku gelên bi hezeran şehîdan dane û firkên Rêber Abdullah Ocalan esas digrin da ku herêm di nava aramî û ewlehiyê de bijî, tu carî serî ji gefên dewleta Tirk û dewletên din re ku dixwazin berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, natewîne.

(bx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GjB_-Iu6LWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>