ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2021
28 ÇILE, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Nivîsgeha Parastina Zarokan a Meclisa Kantona Hesekê 4 zarok radestî malbatên wan dikin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Dêrikê dimeşin saet 1:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-3 sal di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas bû, lê hîna jî şêniyên Efrînê li ber xwe didin û ji bo rizgarkirina bajarê xwe tê dikoşin. Lê civaka navneteweyî li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê bê deng e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Mamosteyên bajarê Hesekê diyar kir ku dagirkirina dewleta Tirk û gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên din dagir bike ji ber tinebûna yekitiyê di navbera partiyên kurdî ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro got ku armanca kuştina Seide El-Hermas û Hind El-Xidêr ew bû ku projeya demokratîk a ku azadiya jinan di radeya yekemîn de dike armanc, were tunekirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê destnîşan kir ku qetilkirina Hind û Seide dê israra wan a domandina têkoşînê, zêde bike. Her wiha bang li jinan kir ku li dijî her kesê ku hewl dide îradeya wan bişikîne, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Siyasetmedarên ji bajarê Minbicê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê pêk aniye, gotin ku dewleta dewleta Tirk dixwaze vîn û rihê berxwedanê ya gelê herêmê bikuje û împeratoriya Osmanî vejîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Hikumeta Baasê siyaseta paşguhkirinê li Dêrazorê meşand. Dema ku hêviyên şêniyan ên azadiyê çêbûn, Cebheta El-Nusra û DAIŞ hatin herêmê û heta 4 salan herêm bi serdemeke tarî re rû bi rû hiştin. Lê belê piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD`ê ve, roja azadiyê ji nû ve li Dêrazorê hilat. Niha Meclisa Sivîl a Dêrazorê hewl dide herêmê ji nû ve ava bike û beşdarbûna qebîle û eşîrên Ereban di rêvebirina kar û barên xwe de, misoger dike.(Bİ WÊNE)

ANALÎZ

-"Plana Têkbirinê" di Cotmeha 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya dewlet Tirk de hate pejirandin. Vê planê bi êrişa 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir. Eslê vê planê modela Srî Lankayê ye. Dewleta Tirk plana Srî Lankayê ku armanca wê komkujî û tasfiyekirna gerîlayên Tamîlê bû, ji xwe re kir model. Raya giştî ya cîhanê jî bê deng bû û dewleta Tirk ji vê yekê pir bi hêvî hebû. Lê belê, bi qismî be jî di raya giştî ya cîhanê de eşkere bû û ev yek bû sedem ku plan teşhîr bibe. dewleta Tirk navê êriş û konsepta tunekirinê ya li dijî Kurdan, li şûna Modela Srî Lankayê, kir "Plana Têkbirinê."(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

-Welatiyên 66 gundên li gundewarên başûrê navçeya Tirbespiyê daxwaze vekirina nuqteyên tebî kirin û Desteya Tenduristiyê diyar kir ku li herêma Cizîrê dê 15 nuqteyan vekin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gerînendeya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî bi nirxekî baş dest bi belavkirina para yekemîn a madeya kapekê (nixalê) li kesên ku sewalan xwedî dikin, kir. Kesên sewalan xwedî dikin got, miqdara ku hatiye veqetandin têra pez nake, ji ber îsal zêde şînkayî li herêmê tune ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspî û ?êx êlên Ereb ên Reqayê gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca binxistina projeya Rêveberiya Xweser ?erê tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha diyar kirin ku gefa dagirikirina Dêrik û ?engal nî?aneya hebûna planeke mêtîngerî ya fireh ji hêla wê ve ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA