QSD'ê 3 zarok radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kirin

Di çarçoveya peymana QSD û Neteweyên Yekbûyî de, QSD’ê 3 zarok radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan a li bajarê Hesekê kirin.

QSD'ê 3 zarok radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kirin
28 ÇILE, 2021   12:13
HESEKÊ

Nivîsgehên parastina zarokan ên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilata Sûriyê, bi rêya nivîsgehên xwe yên şaxî, giliyan werdigirin da ku zarokên ku tev li hêzên leşkerî bûne, li malbatên wan vegerînin.

Di vê çarçoveyê de bi beşdarbûna hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan di Nakokiyên Çekdarî de Merwa El-Abdullah û endamê komîteya qanûnî di meclisa kantona Hesekê de Xalid Cebir, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 3 zarok radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kirin.

Nivîsgehê zarokek li malbatê vegerand û ji bo vegerandina her du zarokên din jî dixebite.

Xalid Cebir têkildarî mijarê got: "Îro li Nivîsgeha Parastina Zarokan û li gorî peymana di navbera QSD û Neteweyên Yekbûyî de, me 3 zarok ji QSD`ê wer gitin."

Xalid Cebir da zanîn ku yek ji wan malbatên wan zarokan berê li Nivîsgeha Parastina Zarokan gilî kiribû, ji ber wê yekê jî dema ku zarok ji QSD`ê wergirtin, yekser zarok vegerandin malê.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Lrlp_6JLnQE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>