Koçberên ji Minbicê ji kampa Holê derketin

Ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser, rêveberiya kampa Holê 67 malbatên ji bajarê Minbicê ji kampê derxistin. Ev beşa 9'emîn a koçberên bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê ye ku ji kampê derdikeve.

Koçberên ji Minbicê ji kampa Holê derketin
Koçberên ji Minbicê ji kampa Holê derketin
Koçberên ji Minbicê ji kampa Holê derketin
Koçberên ji Minbicê ji kampa Holê derketin
28 ÇILE, 2021   11:36
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji bo pêkanîna biryara ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di civîna 5'ê Cotmeha 2020'an a li gel Meclisa Sûriyê Demokratîk, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de li dar xist, koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beş bi beş ji kampa Holê derdikevin.

Piştî ku navên malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin, hate tomarkirin û belgeyên wan ji aliyê rêveberiyê kampê ve hatin piştrastkirin, îro beşa 9'emîn a koçberan ji kampê derket.

Di nav beşa 9'mîn de 67 malbat (236 kes) hene, piraniya wan zarok û jinên ji bajarê Minbicê ne.

Rêveberiyê kampê destnîşan kir ku niha navên koçberên din ên ku dixwazin ji kampê derkevin, tên tomarkirin.

Her wiha ji bo malbat bên parastin û radestî xizmên wan werin kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bi malbatan re biçin heta bajarên wan.

Li gorî rêveberiyê kampê, hejmara giştî ya malbatên ku li kampê dimînin, wiha ye: Koçberên ji Sûriyê; 6 hezar û 32malbat (21 hezar û 843 kes), koçberên ji Iraqê; 8 hezar û 277 malbat (30 hezar û 748 kes) û yên biyanî; 2 hezar û 565 malbat (8 hezar û 705 kes). Hejmara giştî ya malbatên li kampê dimînin tevî yên ku derketine 16 hezar û 874 e (61 hezar û 296 kes).

(dm)

ANHA