Dubarebûna dîrokê… Ji gettoyên Warşovayê heta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî

Qirkirin, asîmîlasyon, femîsîd, jenosîd… Ev sûcên sîstematîk ên ku li ser gelê Kurd pêk tên, dubarebûna hovîtiya gettoyan a sedsala 21'an e ku di dîrokê de li dijî Cihûyan pêk anîn û îro jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dikin.

Dubarebûna dîrokê… Ji gettoyên Warşovayê heta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî
28 ÇILE, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN-CÎHAN BÎLGÎN

Gettoya Warşovayê yek ji wan deran e ku zilma Naziyan lê herî zêde dibe û îro jî li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, didome. Irena Krzyzanowska ku di navbera salên 1940 û 1943’yan de 2 hezar û 500 zarok ji gettoya Warşovayê rizgar kirin, bi van gotinan diyar dikir ku getto di rûpelên dîrokê de nehatine veşartin; "Piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn, me digot qey mirovahî ji hin tiştan haydar bûye û careke din nabe. Lê belê haya wê ji tiştekî çênebûye.” Mirovên vê serdemê şahidên dagirkirin, gettokirin û etnosîdê ne, çawa ku şahidiya şahidekê her kes kir şahid.

GETTOYA HERÎ MEZIN: GETTOYA WARŞOVAYÊ

Piştî ku Almanyayê di 1939’an de Polonya dagir kir, zêdetirî 2 milyon Cihûyên ji Polonyayê ketin bin kontrola Almanyayê. Piştî dagirkirinê, getto hatin damezirandin, bi armanca ku têkiliyên Cihûyan bi cîhana derve re qut bikin û gav bi gav wan qirkirinan pêk bînin. Li herêmên dagirkirî herî kêm hezar getto çêkirin. Gettoya herî mezin li Warşovayê ya paytexta Polonyayê bû ku nêzîkê nîv milyon Cihû lê girtî bûn.

Piraniya gettoyan bi têlan an jî dîwaran hatibûn dorpêçkirin, deriyên têketinê ji hêla polîsên herêmî û polîsên Alman û endamên SS’an ve dihatin parastin. Têkoşîna man û nemanê ji bo sed hezaran Cihûyan di gettoyan de dest pê kiribû. Bi sed hezaran Cihû li devereke piçûk hatin bicihkirin ku piştre ji birçîbûn, nexweşî û bi guleyên Naziyan hatin kuştin.

13 HEZAR CIHÛ HATIN QETILKIRIN

Li gettoya Warşovayê nêzî 400 hezar Cihû bi guleyên Naziyan, ji birçîbûn, epîdemî û li kampên komkirinê mirin. Ew getto rûpeleke herî xwînî ya dîrokê ye. Cihûyên di gettoyan de li dijî van polîtîkayên Almanyaya Naziyan dest bi serhildanê kir. Serhildan bi hovane hate tepisandin û 13 hezar Cihû hatin qetilkirin û 50 hezar Cihûyên din jî hatin girtin û şandin kampên mirinê yên Naziyan.

ROJA HOLOKOSTÊ YA NAVNETEWEYÎ

Gettoya Warşovayê bû şahida tevgera berxwedanê ya ciwanên Cihû û di dîroka Cihûyan de bû serhildana herî girîng. Destpêka vê serhildanê ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve, di Mijdara 2005’an de wek Roja Holokostê ya Navneteweyî (27’ê Çileyê) hate qebûlkirin.

"Holocaust" peyveke grekî ye û wateya wê "gorîkirina li ber agir" e. Di zimanên nûjen de bi piranî bi wateya "karesat"  tê bikaranîn. Di rastiya xwe ya dîrokî de, Holokost girtîbûn û kuştina sîstematîk a 6​​milyon Cihûyan ji hêla rejîma Nazî û hevkarên wê ve, îfade dike.

BERDEWAMA HOLOKOSTÊ: EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPΠ        

Hemû cîhan di dema dagirkirina Efrînê de bû şahidê hawara dayikekê: “Cîhan çima ew qas bêdeng e? Tu kes li dijî vê yekê dengekî dernaxe? Divê cîhan van birîndar û miriyan bibîne. Divê hemû cîhan vê qirêjiyê bibîne." 80 sal piştî gettoyên Warşovayê, wehşeta ku berhema eynî zîhniyet û polîtîkayê, ji tepisandin, îşkence, destdirêjî, jenosîd û qirkirina li gettoyên Warşova ne cuda bû, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xuya bû. Mînaka Naziyan a sedsala 21’emîn dewleta Tirk û çeteyên wê; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û ew kirin getto. Malbatên çeteyan li herêmê bi cih kirin, her tiştê ku girêdayî zimanê kurdî ye, hate qedexekirin, demografî hate guhertin û bi vê yekê jî têr nebûn; jinên ji herêmê firotin dewlet û çeteyên din.

Yên ku li dijî birçîbûnê derketin, xistin nava lîsteya reş. Bi ser malan de girtin û komkujî pêk anîn. Cenaze avêtin ser xetên sînor. Tecawiz li zarokan kirin, di dibistanan de perwerdeya bombeyan dan zarokên ji 5 heya 17 saliyê û dibistan kirin bargehên leşkerî. Endamên laşên welatiyan hatin firotin. Bi dehan zarok ji bo devşirmekirinê hatin dizîn. Neynikên jinan bi pensan kişandin, çarşef li jinan ferz kirin, bi hezaran ji wan revandin, hîn jî xeber ji gelekan nîn e. Alên DAIŞ'ê li her sê bajaran hatin daliqandin û gelek hovîtiyên din.

3 BAJAR KIRIN GETTO

Dibe ku ev beş di fîlman de werin sansûrkirin, lê ew li van bajaran bê sansûr pêk hatin û cîhanê bê sansûr li wan temaşe kir. Profîleke "3 bajarên ku jiyaneke normal lê didome " nîşan didin. Ji bo ragihandina rastiyan bi hezaran nûçe hatin weşandin. Ev bêdengî ji bo paqijkirina van 3 bajarên kevnare bû ku ji nexşeya cîhanê û ji bîranînan hatibûn derxistin. Ji bo vê yekê her cure hovîtî hat kirin. 3 sal e têketin û derketina li wan bajaran tune ye, tu heyeteke çavdêr naçiyê û encamên vê yekê jî wiha ne:

LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ;

- 674 sivîl ku 68 jin in, hatin qetilkirin, (82 ji wan di encama îşkenceyên giran de hatin qetilkirin).

- 5 jinan întîhar kir.

- Li dijî 68 jinan sûcên cur bi cur pêk hatin.

- Di 3 salên dawîn de li Efrînê zêdetirî 7 hezar kes hatin revandin.

- Zêdetirî 300 hezar mirovên ji Efrînê ji welatê xwe hatin derxistin.

- Di encama teqîna mayînan de 2 hezar û 17 kes birîndar bûn.

- 696 sivîl ji ber bombebaranê birîndar bûn (303 zarok û 213 jin).

- 314 hezar û 400 darên zeytûnan birîn.

- 75 deverên dîrokî hatin talankirin.

- 15 perestgehên olî zirar dîtin, berhemên dîrokî bi qaçaxî ji Efrînê hatin derxistin û firotin.

- 11 hektar erdên çandiniyê hatin şewitandin

- Navê Qada Azadî kirin Qada Ataturk, navê Çerxerêya Newrozê kirin Çerxerêya Selahattîn, navê Çerxerêya Wetenî kirin 18'ê Adarê û navê Çerxerêya Kawayê Hesinkar kirin Çerxerêya Şaxê Zeytûnê. Bi heman rengî, navê gundê Qestel Miqdad kirin Selçuk Obasî, navê gundê Kotana kirin Zafir Obasî û navê gundê Kurzêlê kirin Cafer Obasî. Li dibistanan perwerdeya Tirkan mecbûrî kirin. Ji xwendekaran re ferz bû ku li ser kincên wan ala Tirkiyê hebe. Welatiyên Sûriyê neçar bûn ku nasnameya tirkî hilgirin.

DI ETNOSÎD Û JENOSÎDA LI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ DE;

- 361 kes hatin kuştin.

- 978 kes birîndar bûn.

- 4 rojnamegeran jiyana xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

- 166 kes hatin revandin.

- Zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn.

- 15 gundên Kurdên êzidî yên li Serêkaniyê û derdora wê hatin valakirin. Herî kêm 65 xanî û hemû milkên êzidiyan hatin desteserkirin, 80 xanî li gundên Dawûdiye û Xirbet Cemo hatin rûxandin û li şûna wan navendeke leşkerî hate avakirin.

- Çeteyan bi hinceta "lêgerîna xezîneyê" gorên êzidiyan vekirin û cenaze jê derxistin.

- 400 endamên DAIŞ'ê yên iraqî wekî çete anîn Serêkaniyê û Girê Spî.

- 1400 çeteyên Sûrî û malbatên wan ji Idlibê anîn herêmê.

- 78 kesên ku ji ber ku di saziyên Rêveriya Xweser de dixebitîn, hatin girtin.

- Li Tirkiyê 2 zarok hatin qetilkirin û endamên laşên wan hatin dizîn.

Sedema dubarebûnê û şahidiya her kesî di van daneyan de ye û bi sedan rewşên ku hîna nehatine bihîstin jî hene ku cîhan li hemberî van bi rola sê meymûnan radibe.

ANHA