​​​​​​​Çalakiyên greva birçîbûnê li gelek deveran bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ên ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan ku hatibûn destpêkirin, li gelek devaran bi biryardariyeke xurt berdewam dikin.

​​​​​​​Çalakiyên greva birçîbûnê li gelek deveran bi biryardariyeke xurt didome
28 ÇILE, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI ZÎNDAN DI ROJA 63`EMÎN DE YE

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  63`emîn de berdewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI MEXMÛRÊ DI ROJA 42’EMÎN DE YE

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 42’emîn de dewam dike. Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin ew ê çalakiya bidomînin.

GIRVA BIRÇÎBÛNÊ LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 25`EMÎN DE YE

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine, bi îsrar çalakiyan xwe didomînin. Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 25’emîn de dewam dike.