`Qetilkirina Hind û Seida israra me ya domandina têkoşînê, zêde dike`

 Endamên rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê destnîşan kir ku qetilkirina Hind û Seida dê israra wan a domandina têkoşînê, zêde bike. Her wiha bang li jinan kir ku li dijî her kesê ku hewl dide îradeya wan bişikîne, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

`Qetilkirina Hind û Seida israra me ya domandina têkoşînê, zêde dike`
28 ÇILE, 2021   07:29
​​​​​​​HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ`ê di 22'ê Çileyê de hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir, Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr, revandin. Piştî ku ew kuştin, cenazeyên wan avêtin ser rêyekê li gundewarê kantona Hesekê.

Endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê, Ebîr Hesen derbarê mijarê de got: “Jinên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû waran de roleke pêşeng lîst.”

Ebîr bûyera kuştina Hind û Seida şermezar kir û wiha domand: "Şoreşa Rojava, piştî ku jinên Ereb, Kurd û Suryan gelek destkeftî bi şoreşa jinan hat naskirin ku bi hev re di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo rizgarkirina tevahî jinên ku rastî tundî û zulmê tê, kar dikin.

"DAGİRKİRİN Jİ DAIŞ'Ê NE CUDA YE"

Ebîr destnîşan kir ku armanca çeteyan ji van operasyonan ew e ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigire, vîn û israra wan bişikîne

Ebîr derbarê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wiha axivî: "Sûcên ku li herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk ve r pêk tên, kuştina Hind û Seida bi awayekî hovane, ji me re tekez dike ku zihniyeta dewleta Tirk a dagirker ji zihniyeta DAIŞ'ê ya terorîst, ne cuda ye."  

Ebîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kuştina jinan israra me ya domandina xeta jina azad zêde dike. Wekî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ji xwe re xeta berxwedan û tekoşînê bingh girtiye. Em ê ji bo azadiya jin û parastina mafên xwe zêdetir li ber xwe bidin."

"MEZINKIRINA ASTA BERXWEDANÊ"

Endama rêveberiya Kongrya Star Nermîn Hisên diyar kir ku DAIŞ`ê hewl dide ji nû ve vegere û bi riya kuştina he rdu rêveberan dixwaze zihniyeta xwe li ser jinan ferz bike û vîna jinên li wan herêman, bişkîne."

Nêrmîn bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî her kesê ku hewil dide vîna jinan bişkîne, asta berxwedan û têkoşînê, mezin bikin.

(dx)

ANHA