Rûspiyên Reqayê: Gefên li dijî Dêrik û Şengalê nîşaneyên hebûna planeke mêtîngerî ya fireh e

Rûspî û şêx êlên Ereb ên Reqayê gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca binxistina projeya Rêveberiya Xweser şerê tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha diyar kirin ku gefa dagirikirina Dêrik û Şengal nîşaneya hebûna planeke mêtîngerî ya fireh ji hêla wê ve ye.

Rûspiyên Reqayê: Gefên li dijî Dêrik û Şengalê nîşaneyên hebûna planeke mêtîngerî ya fireh e
28 ÇILE, 2021   05:04
REQA-EHMED EL-ESSAF

Rûspî û şêx êlên Reqayê derbarê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Dêrik li bakurê Sûriyê û Şengalê li Başûrê Kurdistanê de ji ANHA`yê re axivîn û rave kirin ku ew wan gefan red dikin.

Li gorî rûspiyên êlan, dewleta Tirk naxwaze ewlehiyê li herêmê peyda bibe, hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a ku li Sûriyê û Iraqê bi ser ketiye, têk bibe.

`HEWLDANÊN BINXISTINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER Û TÊKBIRINA EWLEHIYA LI HERÊMÊ`

/kr/uploads/files/2021/01/27/212038_-1.webp

Rûspiyê êla El-Hewes Dehan El-Şiblî got: Dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca têkbirina projeya hevgirtinê ya li herêmê şerê tevahiya pêkhateyên wê kir.

Şêx El-Şiblî diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze ewlehî li herêmê mîna ku îdia dike, peyda bibe. Berovajî wê dixwaze împeratoriya Omsanî vejîne.

Şêx Deham El-Şiblî da zanîn ku gefa nû ya dewleta Tirk a dagirkirina Dêrik û Şengalê, berê ji hêla hêzên garantor an jî dewletên cîran ve li ser hatiye lihevkirin û wiha domand: “Ji bo dewleta Tirk niha ya herî girîng ew e ku projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bakurê Iraqê têk bibe û tevliheviyê li herêmê derxe.”

`PLANEK JI BO DERXISTINA FÎTNEYÊ LI HERÊMÊ HEYE`

/kr/uploads/files/2021/01/27/212100_-.webp

Derbarê heman mijarê de rûspiyê êla El-Ceibata Telal El-Sîbat got: “Îro piştî ku gelên herêmê êdî girîngiya projeya netewa demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de nas dikin, dewleta Tirk bi rêya gefên xwe ji bo dagirkirina herêmê dest bi bin xistina vê projeyê kir.”

El-Sîbat îşaret bi hebûna planeke hevbeş di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk kir ku jê armanc dikin fîtneyê di navbera pêkhetyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin.

El-Sîbat bang li hêza garantor Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî û meclisa ewlehiyê kir ku li hemberî timayên dewleta Tirk û projeyên wê yên mêtîngerî li herêmê bisekinin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, dewleta Tirk plan dike ku di çend rojên bê de êrişî herêmên Dêrik û Şengalê bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OvrkSUiIVHM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>