Cîhan Xidro: Hedefgirtina Seida û Hind hedefgirtina projeya azadiya jinan e

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro got ku armanca kuştina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr ew bû ku projeya demokratîk a ku azadiya jinan di radeya yekemîn de dike armanc, were tunekirin.

Cîhan Xidro: Hedefgirtina Seida û Hind hedefgirtina projeya azadiya jinan e
28 ÇILE, 2021   06:18
REQA-RUBE EL-ELÎ

Çeteyên DAIŞ`ê di 22`yê Çileyê de hevseroka Meclisa Bajarokê Til Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşe ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û Cîgira wî Hind El-Xidêr kuştin.

Derbarê mijarê de seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro ji ANHA`yê re axivî û got: “Bi navê desteyê em vê kiriyara hovane ya li dijî du endamên rêveber Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr red dikin. Em destpêkê sersaxî ji xwe û ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em dibêjin têkoşîna me heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina jinan wê berdewam bike.“

`HEDEFGIRTINA AZADIYA JINAN`

Cîhan diyar kir ku armanca sereke ya vê sûcê, derxistina tevliheviyê û belavkirina tirsê di nava şêniyan de da ku ji rêveberiyê dûr kevin. Tirsê di dilê jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin, da ku projeya demokratîk a li ser bingeha azadiya jinan ava bûye, têk bibin.

Cîhan wiha domand: “Hemû dizanin ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya cîhanê re bûye mînak. Lewra dijminên projeya Rêveberiya Xweser çi dewleta Tirk an jî şaneyên girêdayî hikumeta Sûriyê armanc dikin vê projeyê têk bibin.”

`TEVLÊBÛNA JINAN`

Cîhan Cedro di nav gotinên xwe de bal kişand ser tevlêbûna jinan bi taybet ên Ereb di projeya Rêveberiya Xweser de û wiha domand: “Ji destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve jin nemaze ên pêkhateya Ereb bi rêjeyeke mezin tev li projeya li herêmê bûn. Ji ber wê û ji ber destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine, bûne armanca neyaran.”

`TAYBETMENDIYA RÊVEBERIYA XWESER`

Seroka Desteya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro behsa hedefgirtina jinan kir û got: “Dijmin baş dizanin jinan ji destpêka damezirandinê Rêveberiya Xweser sala 2014`an, rolek pêşeng di berdewamiya vê projeyê de lîst û hîna dilîze. Hêza vê projeyê bi hebûna jinan di tevahiya nivîseh, deste û komîteyan de girêdayî ye. Ya ku vê projeyê ji pergalên din cudatir dike jî, hebûna jinê ye. Ji lew re di radeya yekemîn de jina bi rêxistinkirî ya serkeftî û pêşeng dikin hedef.”

Cîhan soza şopandina rêya jinên şehîd da ku ji bo azadiya herêmê û azadiya jinan şehîd bûn.

`VÎNEKE XURT`

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li hemberî komkujiyên ku li dijî jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê pêk tên şemrezar kir û got ku hêzên tarî azadiya jinan li ser xwe xeterî dibînin.

Cîhan xuya kir ku dewleta Tirk, DAIŞ û Cehbet El-Nusra û gelek komên din hewl didin vîna xurt a jnan têk bibin.

`GIRÊDANA BI PROJEYA 11 HEZAR ŞEHÎDAN`

Cîhan Xidro di dawiyê de got: “Israr û girêdana me bi vê projeya demokratîk ku li ser xwîna zêdetirî 11 hezar şehîd ava bûye, zêde dibe. baweriya me pê heye û divê di radeya yekemîn de jin, destkeftiyên şehîdan û fedekariyên jinan biparêzin.”

(şx)

ANHA