Siyasetmedar: Dewleta Tirk bi pêkanîna van komkujiyan dixwaze împeratoriya Osmanî vejîne

Siyasetmedarên ji bajarê Minbicê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê pêk aniye, gotin ku dewleta dewleta Tirk dixwaze vîn û rihê berxwedanê ya gelê herêmê bikuje û împeratoriya Osmanî vejîne.

Siyasetmedar: Dewleta Tirk bi pêkanîna van komkujiyan dixwaze împeratoriya Osmanî vejîne
28 ÇILE, 2021   00:37
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî sûcên xwe yên li dijî axa Sûriyê pêk tîne, nexasim li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dagirkirin, koçberkirina şêniyên resen, guhertina demografiya herêman didomîne. Ew sûcên dagirkeriyê di vê astê de sînordar neman, lê belê êrişî sivîlên koçber dike û komkujiyan pêk tîne. Herî dawî dagirkera Tirk êrişî navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir û komkuijyek din li dijî sivîlan pêk anî.

/kr/uploads/files/2021/01/27/212934_-.webp

Derbarê mijarê de Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Minbicê û gundewarên wê Mûna El-Xelef got ku ji destpêka şerê gelerî yê li Sûriyê ve dewleta Tirk bi rêya Opozîsyona Sûrî destwerdana dosyaya Sûriyê kir, ku hêviyên gelê Sûriyê pêk neanîn û tima û daxwazên dewleta Tirk pêk anîn.

Mûna El-Xelef destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk a dagîrker xaka Sûriyê dagir kir, gelek komkujî pêk anîn, lê para Efrînê ji van sûcan a herî zêde bû. Muna bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê dan koçberkirin, bi rêya bikaranîna dirava Tirkiyê li şûna ya Sûriyê û guhertina materyalên dibistanan, nasnameya herêmê diguherin.

Mûna El-Xelef diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê ev sûc kir, lê li dijî gelê koçber ê li herêma Til Rifetê beriya çend rojan komkujiyek pêk anî ku di encama wê de jin û zarok bûn qurbanî.

Mûna wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan dixwaze gel bitirsîne û rihê berxwedanê yê li cem gel bikuje. Lê gel isbat kir ku dewleta Tirk nikare rihê berxwedanê yê wan bişkîne, ji ber ku dixwazin vegerin warên xwe yên ku bi darê zorê ew jê der xistine."

Mûna wiha gotina xwe bi dawî kir:"Komkujiyên dewleta Tirk li dijî yên li dijî gel, nîşaneya binketina hêza garantor Rûsyayê ji bo rawestandina wan sûcên dewleta Tirk e. Her wiha ji wan sûcan diyar dibe ku dewleta Tirk dixwaze qada dagirkirina xwe li herêmê zêde bike da ku mîna Idlibê bazaran bike."

/kr/uploads/files/2021/01/27/212958_-.webp

Ji aliyê xwe ve endamê Desteya Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Minbicê Ebd El-Ezîz El-Ebûd bal kişand ser van xalan:"Dewleta Tirk tu kesî li pêşiya xwe nabîne, ji ber wê komkujiyeke din li dijî navçeya Til Rifetê pêk anî ku di encamê de jin û zarok bûn qurbanî.

Ebd El-Ezîz El-Ebûd wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya kuştin, talankirin û hovîtiyê împaratoriya Osmanî vejîne. Ev dîroka sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê ye.”

El-Ebûd wiha gotina xwe qedand:"Artêşa Tirk a dagirker her tim gelê Sûriyê dike armanc û dixwaze vîna berxwedanê ya gel bişkîne, di heman demê de bi armanca zêdekirina qada dagirkirina xwe, gefa dagirkirina rûbereke mezintir ji axa Sûriyê dixwe."

(eh)

ANHA