Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist

Bi dirûşma"Endazyarî pîşe û hunera xizmetkirina civakê ye" îro Yekitiya Endezyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist û tê de kar û xebatên 2019-2020`an nirxandin û ji bo yekitiyê rêveberiyeke nû hate erkdarkirin.

Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê 4`emîn Konferansa xwe li dar xist
27 ÇILE, 2021   19:27
QAMIŞLO

Konferasa ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hatiye li dar xistin, bi beşdariya 71 delege û endazyarên ji Yekitiya Endezyaran a herêma Cizîrê, nûnerên Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîdorê ya herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Cizîrê û Yekitiyê Mutahidan bi rê ve çû.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê Heysem Murad axivî.

Piştre dîwana konferans ji hevserokên şaxê nivîsgehên endazyaran ên herêma Cizîrê Nûr Hesen, Îbrahîm Şêxmûs û endamê şaxê Nivîsgehên Endazyariyê Hekem Xelo hate diyarkirin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Cîger rewşa siyasî nirxand û wiha gotinên xwe rêz kirin:"Li hemberî xeteriya li dijî herêmê, divê em hişyar bin da ku em bigihêjin projeya xwe ya demokratîk û parastina destkeftiyên xwe bikin."

Zelal Cîger bal kişand ser têkiliyên dîplomatîk ên bi dewletên Ewropa û Ereban re û wiha axaftina xwe dewam kir:"Hikumeta Şamê her tim rûniştina li ser masayê red dike û helwesta Şamê armancên dewletên ku hewldana derxistina aloziyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dikin, pêk tîne."

Zelal Cîger di dawiya axaftina xwe de got ku divê endazyar yekitiya xwe çêkin da ku xizmeta civakê bikin û herêmên xwe ji cîhanê re bikin mînak.

Hevserokê Yekitiyê Endazyarn a herêma Cizîrê Berxwedan Hisên rapora yekitiyê ya sala 2019-2020`an xwend û piştre beşaran raporê nirxandin.

Nîqaşa beşdaran der barê mekanîzmeya avakirinê, pêşxistina teknolojiya, sînordarkirina avakirinên bê ser û ber, awayên pêşxistina pisporiya endazyarên nû ku ev jî bi rêya perwerdeyan pêk tê, başkirina beşa şêwirmendiyê ya yekitiyê û madeyên avakirinê yên nû werin peydakirin de, kirin.

Dûre endamê Şaxê Nivîsgehên Endazyariyê Hekem Xelo rêziknameya Yekitiya Endazyaran a herêma Cizîrê xwend û îşaret bi rêxistinkirina kar û xebatên endazyarên li herêma Cizîrê kir, aktîfkirina rola endazyaran a avakirina civakê da ku sazî û yekiti li ser bingehên qanûnî û rêveberiyeke rast werin avakirin.

Endamên der barê rêziknameyê de pêşniyar kirin û piştî nîqaşan hinek bendên rêziknameyê hatin guhertin û erêkirin.

Da dawiya civînê de rêveberiyeke nû ji bo yekitiyê hate pêşniyarkirin û kete dengdanê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cspJvArkuEU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>