Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hate girtin

Desthilata Tirk berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, piştî biryara darezandinê ya ji bo girtinê hatibû vekirin, destgîr kir.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hate girtin
27 ÇILE, 2021   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê de derbarê Gokkanê de biryara zevtkirinê hatibû dayîn.

Gokkan hat girtin.